Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike 2022-10-28 11:58:45   NAVENDA NÛÇEYAN - 16 rojnamevanên kurd ên girtî ne di nameya xwe ya ji bo piştevaniyê bidin hempîşeyên xwe binçavkirî de wiha gotin: “Hevalên me ji bo geşedanên di rojevê de bên piştguhkirin hatin binçavkirin. Em ê serê xwe netewînin.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de 16 rojnamevanên kurd di 16 hezîranê de hatin girtin. Rojnamegerên girtî bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê dan. Rojnamegerên girtî di nameya xwe de destnîşan kirin ku helwesta binçavkirina xebatkarên çapemeniya azad ji bo geşedanên di rojevê de bên piştguhkirin e.    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’   Rojnamevanên girtî di navemeya xwe de wiha gotin: “Her ku desthilata AKP-MHP'ê polîtîkayên şer kûr dike, êrişên li dijî xebatkarên çapemeniya azad jî zêde dikin. Em baş pê dizanin ku derdê desthilatê rastiyan berovajî kirin û astengkirina ragihandina gel e. Desthilat di vê pêvajoya bikaranîna çekên kîmyewî ku ketiye rojevê de, 11 hevalên me binçav kirin. Hê jî 10 hevalên me di binçavan de ne. Em baş pê dizanin ku ji bo geşedanên di rojevê de ne bên piştgûhkirin hevalên me hatine girtin. Em diyar dikin ku em ê li cem hevalên xwe yên di heqîqetê de israr dikin û careke din bi bîr dixin ku tevî hemû êriş û zextên desthilatê jî xebatkarên çapemeniya azad wê serî netewînin.”