Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir 2022-10-28 12:26:06 ENQERE - Rojnamevanên ku li Edliyeya Enqereyê îfadeyên wan hatin girtin, ji wan nûçeyên çêkirine, parvekirinên medya dîjîtal û ger û geşt ji wan hatiye pirsîn.  Di 25'ê cotmehê de nûçegihanên Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatibû berdan.    9 dozger bi awayek hemwext îfadeyên rojnamevanan digirin.    MALBAT Û ROJNAMEVANAN DERXISTIN DERVE    Malbatên û hevpîşeyên rojnamevanan dema îfade dihatin girtin, li korîdaroa edliyeyê sekinîbûn. Polîsan bi darê zorê wan derxistin derve. Rojnamevan û malbat li ber edliyeyê sekinîne.    Ji bilî rojnamevan Selman Guzelyuz îfadegirtina hemû rojnamevanan qediya. Ji rojnamevanan mijarên wek; endamtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), nûçeyên çêçkirine, beşdariya wan a televîzyonan, parvekirinên medya dîjîtal û her wiha beşdariya wan merasîma rojnamevan Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, hatin pirsîn.    TU ÇIMA BÛYÎ MIDÛRA KARÊN NIVÎSAN?   Dozger ji rojnamevan Dîren Yûrtsever pirsa ku Midûra Karên Nivîsan a MA’yê ye pirs kir. Her wiha dozger wêneyê wê yê li gel mîkrfona MA’yê hatiye girtin pirs kiriye û pirsa ka rojnamevanên pê re di binçavan de ne nas dike an na kiriye.    ÇIMA TE GER Û GEŞTÊ KIRIYE?   Ji rojnamevan Oznûr Deger xelata ku Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê dabû Jin TV wergirtiye hat pirsîn. Dozger, 67 ger û geştên (seyhat) ku Oznûr Deger kiriye wek tawanbariyê dan ber wê. Her wiha dozger ji Deger pirs ku parvekirinên medya dîjîtal bi çi hêcetê dike û di vê mijarê de ji kê fermanê digire pirs kiriye.    TU JI AJANSA MEZOPOTAMYA ACIZ Î?    Dozger ji rojnamevan Denîz Nazlim pirs kiriye ku çima û çawa endamê DFG’ê ye û balkêşe ku ji Nazlim pirs kiriye ka ji Ajansa Mezopotamyayê aciz e an na.    Dozger ji rojnamevan Emrûllah Acar jî pirsên wek; çima li Ajansa Mezopotamya dixebitî û hevpîşeyê xwe Selman Guzelyuz ji ku nas dikî kiriye.    BEŞDARIYA WÊ YA TELEVÎZYONÊ HAT PIRSÎN    Ji nûçegihana JINNEWS'ê Habîbe Eren jî beşdariya wê ya televîzyonê ya têkildarî qetilkirina rojnamevan Nagihan Akarsel de hat pirsîn. Balkêş bû ku dozger ji Eren pirsa, "Te fermanê ji PKK'ê girtiye?" kir.    TU JI BO NÛÇEYAN JI KÊ FERMANÊ DIGIRÎ?   Nûçegihana MA'yê Bêrîvan Altan jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hat tawanbakirin. Ji Altan pirsên wek; hevalên wê yên xebatê kî ne û nûçeyan bi kîjan rêbazê serwî dike hat kirin. Ji Altan hat pirsîn ku ji bo nûçeyên çêkiriye ji kê fermanê girtiye.