Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e 2022-10-28 12:44:00   STENBOL - Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan dan zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê li dijî binpêkirinan, di 30’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakî hêj didome.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazkirina Ceza de (CÎSST) têkildarî serdana xwe ya di 14’ê cotmehê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê raporek amade kir û parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi girtî Nevzat Ozturk, Marûf Turkan, Erdal Tuncel û Hayatî Kaytan re hevdîtin kirine. Bi domdarî hat gotin ku li girtîgehê 170 girtiyên siyasî hene û ji van girtiyan 4 jê li hucreyên yekkesî û yên din jî di hucreyên 3 kesî de tên ragirtin. Her wiha hat ragihandin ku piştî guherandina midûrê girtîgehê, êdî hefteyê du caran bi ser hucreyan de tê girtin.     BI SER HUCREYAN DE TÊ GIRTIN   Di raporê de nêrînên girtiyan jî hatin parvekirin û ev agahî hatin dayîn: “Ev lêgerîn mîna talanê tên kirin. Alavên me tên belavekirin û dest danin ser mûçing, meqes, pênûs û firaqên ku em ji kantînê dikirin. Di nava hefteyekê de 4 caran lêgerînê dikin. Di dema lêgerînan de dibêjin; ‘ev rojên we yên herî baş in.’ Gotinên provakatîf tên kirin. Tevî ku li dijî usûlê ye jî, di dema lêgerînan de me ji hucreyan derdixînin.”    ÇALAKIYAN ASTENG DIKIN    Bi domdarî hat gotin ku ev nêzî 3 sal in çalakiyên weke spor û atolyeyê bi awayekî keyfî tên qedexekirin û ev agahî hatin parvekirin: “Rêveberiya girtîgehê bi hinceta pandemiyê van çalakiyan asteng dike. Mafê sihbetê yê girtiyan tê astengkirin. Bi hinceta ku zivistan dest pê kiriye, saetên derketina hewadariyê jî kêm kirine. Ji ber ku girtiyên cezayê muebbeta giran nikarin di dema derketina ro yê derkevin, sûdê ji royê nagirin.”     JIYAN BISÎNOR KIRINE!    Bi domdarî hat destnîşankirin ku rojane tenê 150 lîtreyên ava germ û 300 lîtreyên ava sar tên dayîn û wiha domiya: “Rêveberiya girtîgehê bi hincetên cuda dest dane ser alavên girtiyan. Her wiha bi hinceta ‘dibe ku şewat derkeve’, dest dane ser pirtûkan û hejmara wan bisînor kiriye. Hatiye bisînorkirin ku girtî ji 4 tîşort, 2 fanêle, 3 sol, şimikek û 2 pêcameyan zêdetir tiştan li cem xwe bigirin. Girtî jî dibêjin; ‘avhewayê Boluyê ji ya girtîgehên din cuda ye, bisînorkirina hejmara fanêleyan a bi 2’yan me dide zorê û bisînorkirina şimikan jî dike ku em bi şimikekê hem bikevin serşokê û hem jî di nava rojê de bi kar bînin. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser jiyana me dike.’”    ‘LIJNEYA KEYFÊ’   Di raporê de hat gotin ku ji bo hucreyên yekkesî mehê 200 lîre fatûre tê birîn, tenê cureyekê xwarinan derdikeve û nebaş in, bihayê kantînê zêde ye û bal kişand ser binpêkirinên ji ber Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê. Rapor wiha bi dawî dibe: “Lijne, bêyî ku bangî girtiyan bike înfazên wan dişewitîne. Bi hincetên weke li gorî pergala xewê tevnagere, hindik pirtûk xwendine, di bikaranîna ceyran û avê de biteserûf tevnegeriyaye, biryarê didin ku rewşa wî baş nîne. Tevî ku li dijî van biryaran ji bo dadgeriya înfazê û dadgeha cezayên giran serlêdan tên kirin jî, encamek nayê bidestxistin. Bi vî awayî mafê berdana bi şertê kontrola edlî tê astengkirin. Heta niha li girtîgeha Boluyê 6 kes bi van sedeman nehatine berdan û girtiyên ku cezayê wan kêm maye jî bi fikarê dijîn.    LI DIJÎ BINPÊKIRINAN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Li girtîgehê 50 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyên nexweş rewşa 20’an giran e. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê rastî ‘miameleyeke provakatîf’ tên. Li dijî van binpêkirinan, girtiyan di 30’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kir. Girtî kom bi kom dikevin grevê û komên ku ji 5 kesan pêk tên her 10 rojan carekî çalakiyê dewrî koma dikin dike. Di heman demê de girtiyan di 17’ê cotmehê de ji bo du hefteyan biryar dan ku dernekevin hevdîtina li ser telefonê. Her wiha çalakiya lêxistina li derî pêk anîne. Ji ber çalakiyan, derheqê 136 girtiyan de lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin. Ji bo ku binpêkirinên heyî bi dawî bibin, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin hatin kirin lê bersiveke erênî nehat dayîn. Bi vê yekê re neçareseriyê ferz dikin.”