Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in 2022-10-28 13:45:57   ENQERE - Endamên rojnameya Alinteriyê binçavkirina rojnamegeran li kolanên Enqereyê bi belavkirina afîşên “Em li cem Çapemeniya Azad in” şermezar kirin.   Endamên rojnameya Alinteriyê çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên bi nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê re, ku di 25’ê cotmehê çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn binçavkiririn didomînin.    Endamên rojnamayê, li Qada Tûzlûçayir, Kolana Karanfîlê, Cadeyên Ziya Gokalp, Mîthatpaşa û Selanîkê afîşên ku li ser wêneyên rojnamegerên hatibûn binçavkirin û nivîsa “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” hebûn hilawîstin.    Alinterî peyameke piştevaniyê da û wiha got: “Em ê Çapemeniya Azad bi israr biparêzin.”