PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan 2022-10-28 14:18:31 ENQERE - Koordînatora Bernameya Ewropayê ya PEN Internationalê Aurelia Dondo, diyar kir ku binçavkirina 11 rojnamevanan berdewama zextên li dijî dengên serbixwe û rexneyî ne û bang kirin ku rojnamevan demildest bên berdan.  Di 25'ê cotmehê de nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihênên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhanê ku demekê li MA'yê staj kiribû hatibûn binçavkirin. Pêr êvarî Zemo Aggoz sewqî edliyeyê hatibû kirin û bi şertê hefsa malê hatibû berdan.   PEN’Ê BANG KIR    Koordînatora Bernameya Ewropa ya International a PEN’ê Aurelia Dondo, diyar kir ku ji ber zextên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi fikar in û wiha got: “Li Tirkiyeyê desthilat hewl dide dengên serbixwe û rexneyî bêdeng bike. Binçavkirina 11 rojnamevanan piştî van zextan pêk hat. Em bang dikin ku demildest bên berdan.” Dondo, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qanûn ji bo rojnamevanên serbixwe hedef bigirin tên bikaranîn.    ZILM LI ROJNAMEVANÊN JIN TÊ KIRIN   Dîrektora Damezrîner a Women in Journalism (CFWIJ) û pispora Rojhilata Navîn û Asyayê rojnamevan Kiran Nazish jî da zanîn ku zextên li dijî rojnamevanên jin ên kurd demekî dirêje didome û wiha got: “Em gelekî bi fikar in ku bi taybetî li hemberî rojnamevanên jin, Tirkiye bûye yek ji welatên herî zêde azadiya çapemeniyê binpê dike. Bi kevneşopiyên li Tirkiyeyê re, em li bendê ne ku rayedarên welêt hîn bêhtir hurmetê nîşanî rojnamevanên jin bidin. Lê şûna vê bikin bi ser malan de digirin, wan bela sebep û neheq digirin. Li rojnamevanên jin bi salan e neheqî zilm tê kirin.”   DIVÊ SIYASÎ LI DIJÎ ZEXTAN BIAXIVIN   Nazish, diyar kir ku azadiya çapemeniyê û ramanê vê gavê li Tirkiyeyê bi fikar in û wiha berdewam kir: “Weke CFWIJ’ê, em di wê baweriyê de ne ku divê serok û hikumet nêzîkatiya xwe ya li dijî çapemeniyê û bi taybetî jî ya jinan ji nû ve binirxînin. Em bang li rayedarên dewleta tirk dikin ku li ser navê demokrasiyê îtîbara xwe baş bikin.”   Şewirmenda Tirkiyeyê ya PEN’a Norweçê Caroline Stockford jî diyar kir  ku ji binçavkirina rojnamevanan a bi îşkenceyê bifikar in û bi lêv kir ku girtina rojnamevanên kurd a bi awayekî hovane ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê yên çapemeniyê ne û hewldaneke aşkere ya li dijî bêdengkirina dengên muxalîf e.