Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin 2022-10-28 15:32:35 ENQERE - Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet di meha 130’yemîn de qûrbaniyan bi bîr anîn û destnîşan kir ku faîl tên parastin.    Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet di meha 130’yemîn de ji bo 34 qurbaniyên gundê Roboskî ku di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, çalakî li dar xist. Endamên Hewldanê li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê civiyan, pankarta “Bila faîl bên dîtin û carek din Roboskî neqewime” vekirin û daxuyanî dan. Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî da û destnîşan kir ku qetlîam li Roboskî hat kirin û ser vê dozê bi biryara neşopandinê hat girtin. Kanat anî ziman ku 11 sal in birîna Roboskî vekirî ye û 11 sal in kujer tên parastin û her kes bêdeng e. Kanat da zanîn ku bi polîtîkaya bêcezahiştinê dixwazin ser rastiya qetlîamê binixûmînin û faîlan rizgar bikin. Kanat got dewlet berpirsiyarên qetlîamê diparêze û lazim e faîl neyên parastin û werin darizandin.