Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin 2022-10-28 15:43:30 ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê derbarê mihrîcana ku bi piştgiriya qeyûm dê bê lidarxistin bang kir û got: “Ev şahî li ser şîna me tê lidarxistin. Divê ku kes tev li vê şahiyê nebe.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê derbarê mihrîcana ku bi navê “Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossi” ku dê di 30’yê cotmehê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sponsoriya Walîtiya Şirnexê û Şaredariya Cizîrê ku qeyûm lê hatiye bicihkirin bê lidarxistin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên bajêr Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Aldag, rêveberên DBP û aktîvîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn.   ‘ŞAHÎ LI SER ŞÎNA ME TÊ LIDAR XISTIN’   Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart axivî. Nart bang li gelê Cizîrê kir ku tev li daxuyaniyê nebin û got: “Mihrîcana ku ji aliyê walî û qeyûm ve tê lidarxistin em şermezar dikin. Em bang li dayikên xwe, ciwanên xwe û zarokên Cizîrê dikin û dibêjîn, ev şahî li ser şîna me tê lidarxistin. Divê ku kes tev li vê şahiyê nebe. Ev şahî berdewamiya dagirkirina Cizîrê ye. Nebin şirîkê vê şahiyê.”   ‘HÊ DAYIKAN HESTIYÊN ZAROKÊN XWE NEDÎTINE’    Piştre Parlementer Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş jî bal kişand li ser darxistina mihrîcanê û wiha axivî: “Wê di 30’ê cotmehê de li vir şahiyekî li dar bixin. Ji bo vê jî hersazî û dibistanan re daxwazname şandine. Di sala 2016’an de 298 kes qetil kirin. Di nava wan de jin hebûn, zarok hebûn, kal hebûn. Her wiha 177 kes jî di jêrzemînan de qetil kirin. Bi vê jî neman hestiyên wan birin avêtin ew parqa ku jê re dibêjin Parqa Mem û Zîn. Dixwazin carek din me bikujin. Bi vê jî neman niha wê li ser wî cihê qetlîamê mihrîcanê li dar bixin. Ev tê çi wate yê? Dibêjin ez ê te bikujim jî û li ser hestiyên te şahiyê li dar bixim. Dayikan hê hestiyên zarokên xwe nedîtine. Di faşîzmê de hiqûq û exleq tune ye. Em weke pêkhatiyên heremê vê mihrîcanê şermezar dikin û bang dikin; divê ku gelê me tev li vê mihrîcanê nebe. Ev heqerete li ser nirxê me ye. Ev li dijî nirxê me destdirêjî ye.”   ‘HÊ ÊŞA DAYIKÊN ME WEK ROJA EWIL E’    Herî dawî Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabuha Akdag jî xwest ku kes tev li mihrîcanê nebe û got: “Em dixwazin ku gelê me bi wîjdanî nêzik bibe. Em naxwazin xelkê me beşdarî mihrîcanê bibe. Ji ber ku êşa dayikên me hê weke roja ewil e.”