Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn! 2022-10-28 16:08:45   ENQERE - Li qawîşa sê kesî ya li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê fatûreya "Tîpa pîşesaziyê" hat amadekirin û 834 lîre ceza li girtiyan birîn.    Hat zanîn ku li sê girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ya Tîpa T'yê tên ragirtin cezayê ceyranê hat birîn. Deynê meha tebaxê jî lê hat zêdekirin û bi giştî 834 lîre cezayê ceyranê li sê girtiyan hat birîn. Di qawişa 3 girtî lê dimînin de tenê semawer, televîzyonek û sarincek dixebite.    FATÛREYA 'TÎPA PÎŞESAZIYÊ'    Fatûreya ceyranê ya navbera 4’ê tebax û 5’ê îlonê de hatiye birîn de hatiye destnîşankirin ku di qawişê de 143 KW ceyran hatiye bikaranîn û ji bo serê kîlobaytê jî 4,56 lîre hatiye diyarkirin. Li gor vê yekê ji bo qawişa 3 kes tê de dimînin navê fatûreya “Tîpa pîşesaziyê" lê hatiye kirin û ev ceza li wan hatiye birîn.