‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’ 2022-10-28 16:54:33   RIHA - Rêveberê SES’ê Mûrat Ozbey ku li ser navê saziyên serdana malbata Şenyaşar kirin axivî wiha got: “We hiqûq jî qetil kir. Hûn ê bi parastina kujeran nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 599’yemîn de didome. Îro şandeyên ji Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Meletiyê hatin serdana malbatê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Platforma Jinan a Şahmeran, rêxistinên sivîl ên civakî û hêzên ked û demokrasiyê cih girtin.    WÊ DI ROJA 600’AN DE LI MÊRSÎNÊ BIN   Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, kesên hatin bi dowizên nivîsên “Edaletê” pêşwazî kirin. Ferît Şenyaşar ê di serdanê de axivî, da zanîn ku dixwestin bi boneya roja 600’emîn a nobetê çalakiyekê lidarbixin lê Walîtiya Rihayê bi “qedexeya çalakî û aktîveteyan” asteng kir. Şenyaşar, anî ziman ku ji ber vê yekê dê di roja 600’an de li Fûara Pirtûkan a Mêrsînê bin û spasiyên xwe pêşkeşî kesên hatin serdana wan kirin.    ‘WE HIQÛQ JÎ QETIL KIR’   Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Şirnexê Mûrat Ozbey ku li ser kesên serdana malbatê kirin axivî, û wiha got: “Malbata me 600 roj in liv ir edaletê diqîre. Hiqûq ne tenê ji bo ku serweran biparêze ye. Lê em dibînin ku kesên li dijî kurdan sûc kirine bêceza dimînin. Dest û lingên xwe dihejînin û li kolanan digerin. We hiqûq jî bi destê xwe qetil kir. Hûn ê bi parastina kujeran nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin. Ji bo derxistina holê ya heqîqetê em ê têkoşînê mezin bikin.”   ‘EM LI BER XWE BIDIN, TÊBIKOŞIN’   Ozbey, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û çalakiyên malbatan û wiha berdewam kir: “Em bang li hemû rêxistinên maf ên netewî û navnetewî, rêxistinên tenduristiyê dikin ku werin em bi hev re li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe bidin û têbikoşin. Heta ku em bêdeng bimînin wê ev berxwedan bidomin. Rêya rawestandina van komkujiyan li ber Edliyeya Rihayê sekinandina li cem dayika Emîne ye.”   Şandeyên ku demekê li edliyeyê bi malbatan re nöbet girtin pişt re ji wir çûn.