Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû 2022-10-28 20:35:15   ENQERE - Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû. Di îfadeyê de ji nûçeyçên çêkirin û parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal hatiye pirsîn.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever û nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzleyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhanê ku demekê li MA'yê wekî stajer xebitiye di 25'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Piştî 4 rojên di binçavan de rojnamevan sewqî Edliyeyê hatin kirin.    Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû. Di îfadeyê de ji nûçeyçên çêkirin û parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal hatiye pirsîn. Rojnamevan li benda biryara dozger in.