Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2022-10-28 20:40:57 ENQERE - Rojnamevanên ku îfadeya wan a li dozgeriyê temam bû, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever û nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzleyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhanê ku demekê li MA'yê wekî stajer xebitiye di 25'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin. Piştî 4 rojên di binçavan de rojnamevan sewqî Edliyeyê hatin kirin.    Dozger piştî îfadeyê bi 5 saetan biryara xwe eşkere kir.   Dozger Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya Enqereyê ya MA'yê stajerî kiribû bi şertê kontrola edlî berda û rojnamevan  Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzleyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Habîbe Eren û Oznûr Degerê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.