'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû' 2022-10-29 09:01:31 AMED - Di ser koça dawî ya kedkarê çapemeniya azad Mamoste Qedrî re 4 sal derbas bûn. Rojnameger Rêdûr Dîjle ku behsa wî kir got: "Bi rastî mamoste bû. Bi keda xwe, bi helwesta xwe rênîşanderekî mezin bû û navenda çareseriyê bû."    Kadrî Kaya, bi navê xwe yê dîtir Mamoste Qedrî li gundê Dêrsilavê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Demeke dirêj di saziyên perrwedehiyê de karmendî kiriye û piştî ku teqawîd bûye derbasî çapemeniya azad bûye. Ji sala 1999'an heya sala 2016'an bênavber di qada çapemeniyê de xebitiye. Kaya ji ber nexweşîna pençeşêrê di 29’ê cotmeha 2018’an de li Fakulteya Tibê ya Egeyê jiyana xwe ji dest da. Kadrî Kaya di çapemeniya azad de wekî "mamoste" tê binavkirin û her sal ji aliyê malbata xwe, hevalên xwe û hevpîşeyên xwe ve li ser gora xwe tê bibîranîn.    Mamoste Qedrî, piştî ji karmendiyê teqawid bûye, di sala 1999'an de li Rojnameya Ozgur Bakişê xebitiye. Piştî ku rojname di 27'ê gulana 2000'î de hatiye girtin, vê carê li Amedê bûye nûnerê Rojnameya Yenî Gundemê. Gava Yenî Gundem jî di 31'ê Adara 2001'ê de hatiye girtin vê carê di Rojnameya Yedîncî Gundemê ya heftane de xebitiye û herî dawî jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de dest bi weşana xwe kiriye xebitiye û bûye nûnerê wê yê Amedê. Mamoste Qedrî heya DÎHA di 29’ê Cotmeha di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin jî li vir xebitiye.    Rojnamevan Rêdûr Dîjle di 4'emîn salvegera koça dawî ya Mamoste Qedrî de behsa wî kir.    ‘BERNAVÊ MAMOSTE TAM LI GOR WÎ BÛ’   Rojnameger Dîjle anî ziman ku ew di dawiya 2015’an de li Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kiriye û li vir Mamoste Qedrî nas kiriye. Dîjle got: “Dema min ew nû nas kir hemû kesî jê re digot, ‘Mamoste’. A rast, min meraq dikir ku çima jê re dibêjin 'mamoste'. Lê her ku çû min fêm kir ku çima wiha jê re dibêjin. Bi rastî jî mamoste bû. Ji ber ku ev bernav an jî peyv, ne tiştekî barsivik e ku mirov ji her kesî re bibêje."    Dîjle bilêv kir ku Mamoste Qedrî xwedî çend xisûsiyetên berbiçav bû û wiha got: "Berî her tiştî ehlê duristiyê bû. Ji bo wî ked tiştekî bivê nevê bû. Her wiha li gor vê jî tevdigeriya. Kedkarekî mezin bû. Li gel kedkariya xwe afirîner bû jî. Diafirand. Lewma dikarim bibêjim bernavê mamoste tam li gorî wî bû."    ‘NAVENDA ÇARESERIYÊ BÛ’   Rojnamevan Dîjle anî ziman ku yek ji taybetmendî û xisûsiyetên Mamoste Qedrî jî ew bû ku ji zimanekî gilîker hez nedikir û got: “Mamoste Qedrî, geh tamûrker bû, geh nûçegihan bû, geh edîtor bû û geh rêvebir bû. Bala wî li ser her tiştê ajansê bû. Gava tu diketî odeya wî, te didît tim bi tiştekî re eleqedar dibe. An bi kamerayeke xerabûyî an jî wênegirekê. Ew amûrên ku hin hevalan hêviya xwe ji wan dibirî û digotin êdî bi kêrî tiştekî nayê, ew bi hûgulî li ser disekinî, teşxîsa arîzeya wê datanî û ew çareser dikir. Nedihişt ew tişt berhewa biçe. Ev jî xisûsiyeta wî ya dijîsrafî dide der."   Dîjle destnîşan kir ku Mamoste Qedrî bi her awayî navenda çareseriye bû û wiha domand: "Heke pirsgirêkek rû bidana qet bi gilî û gazin nêz nedibû. Çimkî gilî û gazîn ne li gorî wî bûn. Her tim alternatîfên wî hebûn. Navenda çareseriyê bû. Ji bo her pirsgirêkê reçeteyek wî hebû."    ‘TEKOŞÊR BÛ’   Dîjle axaftina xwe wiha domand: "Mamoste Qedrî, tenê ne xebatkarekî çapemeniyê, di heman demê de parastvan û têkoşerekî wê bû jî. Kesekî heya tu bibêjî durist û rast bû. Bi vê hesasiyetê nêzî kedê dibû. Tiştekî ku ked di nav de tune bûye, ew ne ehlê wî tiştî bû. Ji lew re gava ked tunebûya jî gere bihata afirandin. Bi qasî min ew nas kir, her li gor vê bîr û baweriyê tevgeriya."    ‘EM Ê KEDA WÎ YA AFIRÎNER BILINDTIR BIKIN’   Dîjle bilêv kir ku kêfxweş û şanaz e ku Mamsote Qedrî nas kiriye û got ku Mamoste Qedrî ji bo wan hem hevrêyek hem jî rênîşanderekî mezin bûye.    Dîjle, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mamoste Qedrî bi her awayî, bi helwesta xwe, bi liv û tevgerên xwe rênîşanderekî mezin bû ji bo me û ez wisa yeqîn dikim ku ji bo hemû kesên ew nas kirine û pê re xebitîne. Ji tişta ku yeqîniya xwe pê dianî,tawiz nedida. Helbet bi koça wî ya fîzîkî em êşbar in, lê bi wî ruhê xwe yê ji me re hişt hê jî zindî ye. A ku dikeve ser milê me jî ew e ku wê keda wî, keda wî ya afirîner û têkoşeriya wî bilindtir û xurttir bikin."   MA / Mahmût Altintaş