‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin' 2022-10-29 09:02:16 ÊLIH - Li Êlihê nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin ku kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin.    Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi awayeke berfireh êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) jiyana xwe ji dest dane. Di 18'ê Cotmehê de jî nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, kesan bi raya giştî re hat parvekirin û bi dû jî dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji kîmyasalê bandor bûne hatin belavkirin. Ev dîmen bûn cihê bertekên mezin.   Nûnerên partiyên siyasî yên li Êlihê jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin ku bi binçavkirin û girtinan hatiye xwestin ku ser "sûc" bê nixumandin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Huseyîn Sarik bibîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewletên cîhanê ve hatiye qedexekirin û wiha got: “Kî çekên kîmyewî bi kar tîne ne girîng e. Kî bi kar tîne bila bîne, lê divê şandeyeke serbixwe ya navneteweyî vê yekê kontrol bike. Divê hiqûqa navneteweyî di vî warî de cidiyeta xwe nîşan bide û ji bo eşkere bike ka tiştekî wiha heye yan na, divê mudaxil bibe." Sarik, helwesta hin derdorên muxalif ên deng ji xwe dernaxin jî rexne kir û wiha got: “Mixabin dema ku mijar dibe gelê kurd, gelek derdorên ku dibêjin ew muxalif in, xwedî heman pratîkê ne. A rast bi bêdengbûnê dibin şirîkê vêî sûcî. Rexnekirina bikaranîna çekên kîmyewî tiştekî mirovî ye."   Sarik bilêv kir ku hedefgirtina xebatkarên Çapemeniya Azad ên bikaranîna çekên kîmyewî kirine rojev û hedefgirtina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê ku xwest ev yek bê lêkolînkirin tê wateya "rengvedana girtina li ser sûc e" û wiha got: "Desthilat bi derûniya sûcdariyê êrişan dike. Ev êriş ji ber ku 'li ser sûc hatine zevtkirin' tên kirin."    ‘BILA BÊ LÊKOLÎNKIRIN'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Êlihê Rûken Onat jî bal kişand ser dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Ev dîmen û bikaranîna çekên kîmyewî metirsîdar in. Tê gotin ku nehatine bikaranîn. Nexwe divê komîteyeke serbixwe biçe cihê bûyerê û li wir lêkolînan bike. Ger îro gav neyên avêtin, dibe ku em bi qonaxek hîn xirabtir re rû bi rû bimînin. Seddam Husên jî di destpêkê de bi bikaranîna çekên kîmyewî bûbû rojev. Paşê bi deh hezaran kurd bi çekên kîmyewî qetil kirin. Çekên kîmyewî birînên kûr di bîra kurdan de çêkirine. Pêwîst e ev yek derbasî qada navneteweyî bibe û lêkolîn bên kirin. Sûcên bi çekên kîmyewî, li seranserê cîhanê sûc in."    ‘SÛÇ TÊ KIRIN'   Hevserokê Partiya Çep a Keskan a Êlihê Sedef Ozdemîr jî diyar kir ku Tirkiye endamê Peymana Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî ye û got: “Welatên endamên vê peymanê nikarin çekên kîmyewî hilberînin. Nasname û unîformî çi dibe bila bibe, alî mecbûr in ku li gorî vê peymanê tevbigerin. Dewletên ku tevnegerin hem qanûnên şer hem jî hiqûqa şer binpê dikin û sûc dikin. Lewma divê Tirkiye dawî li operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistana Federe bîne û heyeteke serbixwe bişîne herêma ku bûyer lê qewimiye."   Ozdemîrê bal kişand ser dîmenên hatin belavkirin û binçavkirina xebatkarên çapemeniyê û girtina Seroka TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê û wiha got: "Em kesên doza dmeokrasî û azadiyê dikin, em ê her tim azadiya fikr û ramanê, em ê jiyanê û serdestiya hiqûqê biparêzin."    MA / Fethî Balaman