‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e' 2022-10-29 10:31:58 ŞIRNEX - Civaknas Çîgdem Başak bal kişand ser konsera ku dê bi sponsoriya qeyûmê Cizîrê bê lidarxistin û wiha got: “Ger rabin li ser cenazeyê zarokên gel şahiyê li dar bixin, dê tu carî nikaribin aştiya civakî pêk bînin."    Dê di 30'yê Cotmehê de bi sponsoriya qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi navê "Mîhrîcana Muzîkê ya Cîzrê ya By Mr. Dosso Dossî" bê lidarxistin. Bi nêzîbûna roja "mîhrîcanê" re qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi sifetê qeymeqamtiyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê jî di nav de saziyên fermî hemûyan seferber kiriye.   Li gel vê bertekên li dijî vê mîrhîcana ku bi milyonan TL pere ji bo wê hatine xerckirin didomin. Civaknas Çîgdem Başak ku têkildarî mîhrîcanê de axivî destnîşan kir ku ev mîhrîcan dê birînên gel kûrtir bike.   TRAVMAYEKE NÛ   Başak anî ziman ku di salên 90'î de li ser koçberiya bi darê zorê xebitiye û wiha got: "Di xebatên xwe yên wê demê de min bi awayekî eşkere ew ferzkirina bi darê zorê dît. Wekî hûn dizanin li hemberî kesên li ber xwe didan û piştî demekê berê xwe dane çiyê û li ber hin tiştan rabûne pergala cerdevantiyê hat avakirin. Xizmên wan mirovan ên li gund; xwişk, bira, pismam û dotmam wekî parçeyeke kesên li gund diçin çiyê. Ji bo parastina jiyana wî gundî biryarek wiha hatiye girtin. Lê li heman kesên wî gundî 'tu yê li hemberî birayê xwe çekê hilgirî an jî tu yê koç bikî' hat ferzkirin. Gava gund nehatin valakirin çek spartin serê wan. Tew li ber çavên malbatên xwe hatin îşkencekirin û kuştin. Tiştênd erî mirovahiyê qewimîn. Ev jî li bara gel bû cihê travmayeke mezin."    Başakê diyar kir ku gelê kurd hê jî di bin tesîra wê travmaya salên 90'î de ye, lê niha yeke nû lê hatiye barkirin û wiha got: "Qedexeyên derketina derve yên li vir hatin îlankirin di bîra me hemûyan de ne. Li vir mirov ji bo zimanê zikmakî û, ji bo mafên xwe û azadiya xwe dest bi têkoşînekê kirin û berxwedanek rû da. Sedema bingehîn a vê yekê nebûna maf û azadiyan e. Bandora travmaya di dema qedexeyên derketina derve de rû da, bandoreke mezin e. Ji lew re bajarekî qerase vala kirin û mirovên li wir koçber kirin. Gelek kesên bi darê zorê hatin koçberkirin hatin asteke wisa ku nikarin behsa çanda xwe bikin. Wê demê yên ke4san zarokên wan mirin. Ev hemû bûn sedema travmayê. Ev hemû dibin sedema travmayeke civakî û hê jî travmayine nû diafirînin."    Başakê destnîşan kir ku tişta ku desthilata AKP'ê sûdê jê digire berberîbûn e û wiha got: "Hûn çi qasî derd û birînên mirovan înkar bikin, ew mirov dê ev qasî xwedî li birînên xwe derkevin. Hûn çi qasî wê birînê qebûl bikin, ew birîn jî dê zûtir bikewe û biobe cihê çareseriyên baştir. Lê şaşiye herî mezin a ku niha dewlet dike, redkirina wê birînê ye. Dewlet dibêje 'ma çi bûY?' Wekî 40-50 sal berê hê jî wê polîtîkaya înkarkirinê didomîne."    Başakê destnîşan kir ku gava hûn mirovan wekî "terorîst" îlan bikin hûn ê nikaribin tu pirsgirêkan çarerser bikin û wiha got: "Berekesê vê hûn ê meseleyê kûrtir bikin. Îjar ger hûn rabin li ser cenazeyê zarokên gel şahiyê li dar bixin, hûn ê tu carî nikaribin aştiya civakî pêk bînin."    ‘ÊŞÊN GEL QEBÛL BIKIN'   Civaknas Başakê destnîşan kir ku mîhrîcana ku dê li Cizîrê bê lidarxistin ne mîhrîcaneke jirêzê ye û wiha got: "Eger armanc 'kêfxweşiay mirovan' bûna dê konserên hunermendên muxalif nehatana betalkirin. Her wiha cihê ku dê mîhrîcan lê bê lidarxistin jî cihekî hesas e jib o gelê Cizîrê. Li cihekî wiha lidarxistina mîhrîcanê dilê mirovan diêşîne. Beriya her tiştî dewlet divê çanda gel û mafê wê yê jiyanê qebûl bike. Êdî divê mirov ji ber pûşiyên xwe neyên girtin an jî ji ber kincên kurdî wekî 'teorîrst' neyên binavkirin. Ger dewlet vî zimanî bi kar bîne civak jî dê bi rihetî li gor wê hereket bike."    MA / Omer Akin