Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin 2022-10-29 10:36:26   RIHA - Li navçeya Bêrecûkê du kes di êrişek çekdarî de hatin kuştin.    Li taxa Çîftlîkê ya bi ser navçeya Bêrecûka Rihayê ve li dijî Mehmet U., Fatih Can U. û Îbrahîm Halîl U. ku li ber deriyê mala xwe rûniştibûn, êrişa çekdarî pêk hat. Nehat zanîn ku êriş ji aliyê kê ve pêk hat. Mehmet U. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Fatîh Can U. û Îbrahîm Halîl U. bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê. Tevî hemû mudaxileyên tibî jî Fatîh Can U. nehat rizgarkirin. Walîtiya Rihayê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku derbarê faîlan de xebata girtinê dane destpêkirin.