'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike' 2022-10-29 11:06:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku belavbûna Ehrar El Şamê li eniyên bakur û rojava yên bi ser hêzên wan ên leşkerî ve planeke nû ya Tirkiyeyê ye û got ku ew  amade ne gelê xwe biparêzin.    Tirkiyeyê demek berê polîtîkaya xwe ya li Efrînê guherand. Di çaçroveya vê polîtîkayê de li şûna Artêşa Sûriyeya Azad, Heyet Tehrîr El Şamê li Efrînê bi cih kir. Bi vê re liv û tevgera li Minbicê jî zêde bû. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser geşedanên dawî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.    Derwîş diyar kir ku Ehrar El Şam li bakur rojava û rojavayê Minbicê belav bûye û got ku ev kom girêdayî Cebhet El Nusrayê ne yan jî yekser bi wan re dixebitin. Derwîş ev tişt gotin: "Nuqteyên bi ser belavbûna hêzên me yên li bakurê rojavayê Minbicê ve ji gundê Um Cilod û derdora wê heta bi gundên Muhsinlî û Ereb Hesen di bin kontrola Cebhet El Şamiyê de bûn, lê Ehrar El Şam hat û bêyî şer ew kontrol kirin. Niha gelek kom li eniyên şer bi ser hêzên me ve li eniyên Minbicê belav bûne. Li eniya bakur, hin nuqteyên Cebhet El Şamiyê, Ehrar El Şamê û saziya ewlehî ya Tehrîr El Şamê û El Nusra hene û li herêmên bi ser nuqteyên me ve bi cih bûne. Ji aliyên leşkerî û ewlehiyê ve dixebitin û tevgerên wan hene."   Derwîş destnîşan kir ku li eniya rojavayê Lîwa Semrqend û komên girêdayî Hemzat û komên cuda hene û got ku ev kom bi awayekî yekser li eniyên di bin kontrola Ehrar El Şamê de ne û li wan herêman Cebhet El Nusra heye. Derwîş wiha got: "Ew yek projeya nû ya li herêmê ye û bi hewldana vekirina rê li pêşiya Cebhet El Nusrayê ye da ku belav bibe. Hin kom bi giştî girêdayî biryara dewleta tirk in. Dewleta tirk hewl dide piştgriyê bide wan û tev li El Nusrayê bike û ew jî komên tirkmenî ne, mîna Emşat û Hemzat. Wek tê zanîn ew komên bi El Nusrayê re bi hev neketin, lê berovajî wê li kêlekê sekinîn."   Derwîş diyar kir ku ev bûyer û lihevkirin piştî lihevkirinên Tirkiye-Rûsyayê pêk hatine û got ku ew yek bi hewldana bêdengkirina dengên nayên kontrokirin, da ku bikaribe çi hewldanekê yan jî lihevkirineke bi hikumeta Şamê re pêk bîne.   Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Derwîş eşkere kir ku niha Cebhet El Nusra di bin gelek navên komên alîgirê dewleta Tirkiyeyê de dixebite û wiha domand: " Ya destpêkê jî Ehrar El Şamê û komên tirkmenî yên din in. Ev kom rasterast fermanan ji dewleta tirk digirin, da ku bi Cebhet El Nusra re li herêmê bixebitin. Helwestên navneteweyî û Amerîka bi taybet û redkirina gel projeyên dewleta tirk ên bi rêya Cebhet El Nusrayê asteng kirin. Ji lew re dewleta tirk bi rêya Heyet Tehrîr El Şamê di bin navê Ehrar El Şamê de dixebite. Ji ber wê em dikarin bêjin koma herî serwer li herêmê, Ehrar El Şam e."   Derwîş got: "Em ji nêz ve dişopînin. Li gorî me ev komên girêdayî dewleta tirk a dagirker hemû terorîst in û destê wan di xwînê de heye û ji hev nayên cudakirin. Li hemberî van geşedanan em tedbîrên xwe digirin. Par me pergala xwe ya parastinê xurt kir da ku em parastina şêniyên xwe yên li Minbicê bikin."   Şervan Derwîş di dawiyê de got: "Divê gelê me baş bizane ku dewleta tirk hewl dide bi rêya çeteyên xwe derbê li îstîqrara li herêmê bixe û niha berê wê bi lihevkirina bi rejîmê re ye."