Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome 2022-10-29 12:01:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gel her diçe mezintir dibe. Duh li Belûcîstanê gel li kuçe û kolanan li ser pêyan bû.    Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kiribû didome. Serhildana gel ku di roja 46'an de didome duh li Sinê, Ûrmiye, Kirmaşan, Qesirî Şîrîn, Seqiz, Merîwan, Mehabad, Bokan, Serpêlê, Zehaw, Miyandiwa, Brucirdî û Loristanê bi xwepêşandanên cur bi cur dewam kir.    Li gelek taxên bajarê Sineyê ciwan agir vêxistin û rê li çûnhatinê girtin. Piştî ku xebera qetilkirina ciwanê bi navê Efşîn Mirwetî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Sineyê hat qetilkirin belav bû, gelek welatî li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn. Li vir di navbera gel û hêzên rejîmê de pevçûnine dijwar rû dan. Her wiha hat diyarkirin ku hêzên rejîmê avêtine ser malên xwendekarên Zanîngeha Sineyê û herî kêm 8 xwendekar birîndar bûne.    Her wiha duh li gelek bajarên Îranê jî bi hezaran mirov daketin qadan. Li bajarê Zahidanê hêzên rejîma Îranê rasterast çek li xwepêşandêran teqan din. Li gor agahiyên bi dest ketine, li Zahidanê 2 jê zarok 3 kes hatine qetilkirin û 45 kes jî birîndar bûne. Li Tehran, Erak, Tonkabon, Amûl, Babol, Serewan û Êranşarê jî xwepêşandan rû dan.   Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di şoreşa gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 34 jê zarok û 253 kes hatine qetilkirin.