Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-10-29 13:00:06 AMED - Kedkarê Çapemeniya Azad Mamoste Qedrî di 4'emîn salvegera koça xwe de, ji aliyê malbata xwe û hevrêyên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.  Kedkarê Çapemeniya Azad Mamoste Qedrî (Kadrî Kaya) di 4'emîn salvegera koça xwe de ji aliyê malbata xwe û hevpîşeyêb xwe li ser gora xwe hat bibîranîn. Ferdên malbata Kaya, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û gelek rojnamevan tevlî bîranînê bûn.    Di bîranînê de ewilî Hevseroka DFG'yê Dîcle Muftuoglû axivî. Muftuoglû anî ziman ku navê mamostetiyê pir li wî hatiye û got ku kedkarekî çapemeniyê bû û kî pê re xebitîbe gelek tişt jê hînkirine. Muftuoglûyê bi domdarî bi lêv kir ku ew hemû şagirtên wî ne û ev tişt anîn zimên: “Di tekoşîna vî gelî de hem bi helwesta xwe hem jî bi karê xwe em hemû wekî şagirtên wî ferî vî karî bûn. 4 sal derbas bûn ku wî jiyana xwe ji dest daye, lê em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin û heta dawiyê em ê li pey mîrasa wî bin ku wî ji me re hiştiye. Mamoste Qedrî gelek caran rastî zextên dewletê hatiye, lê tevî zextan jî tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye.”   ‘EM LI PÊYÎ ŞOPA MAMOSTE QEDRÎ BIN’   Muftuoglûyê bal kişand ser girtina 9 rojnamegerên kurd jî û got: “Duh 9 şagirtên Mamoste Qedrî tenê ji ber ku nûçe çêkirine û di rê ya mamoste Qedrî de çûne hatin girtin. Di vê girtinê de ew nirxa ku mamoste Qedrî ava kiriye tê xuyakirin. D salên 90’î de jî hewl didan serê hevalên me bitewînin. Wê deme jî xwestin serê wan bitewînin, lê nikaribûn. Em ê heta dawiyê li pey şopa Mamoste Qedrî û kevneşopiya çapameniya azad bin. Em ê tu carî serî netewînin.”   ‘EM Ê TU CARÎ SERÎ NETEWÎNIN’   Pişt re jî Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî. Metîna jî diyar kir ku bi saya mîrateya kesên wekî Mamoste Qedrî li ser pêyan in û wiha got: “Ji salên 90’î heta niha êrişên dewletê li dijî çapameniya kurdî berdewam dikin. Çend meh berê 16 hevalên me hatin girtin, lê tevî ku 4 meh di ser girtina wan de derbas bûye jî der barê wan de îdianame nehatiye amadekirin. Herî dawî duh 9 hevalên me hatin girtin. Em dizanin ku ew êriş li dijî rojnamegeriyê û mafê ragihandinê ye. Ji ber wê em li vir careke din dibêjin ku em ê xwedî li mîrataya Mamoste Qedrî derkevin û berxwedana xwe berdewam bikin. Em ê tu carî jî li dijî êrişan serî natewînin. Em hêza xwe ji mîretaya têkoşîna Mamoste Qedrî, Gurbetelli Ersoz û Apê Mûsa digrin û em ê tu carî serî netewînin. “   Piştî axaftinan kesên tevlî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Mamoste Qedrî.