Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin 2022-10-29 15:03:38   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin ku girtiyê nexweş Erhan Ozel ê tedawiya wî tê astengkirin, bê berdan.    Komîsyona Girtîgeha a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 553’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” de li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê hat lidarxistin û rêveberên ÎHD’ê vê hefteyê bale kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Erhan Ozel (43) ê li Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L’yê dimîne. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” hat vekirin û dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat berzkirin.    DIBE KU HEJMAR ZÊDETIR BIBE    Berdevka Komîsyona Girtîgehan Meral Nergîs Şahîn daxuyanî xwend û bi bîr xist ku li girtîgehan 655 jê giran bi giştî hezar û 520 girtiyên nexweş hene û heke binpêkirinên mafan neyên çareserkirin dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.    Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erhan Ozel û diyar kir ku nexweşînên wek dil, hipertansiyon, bawesîr (hemoroîd), tîroîd pê re hene û kulêmeka wî ketiye. Şahîn da zanîn ku ev nexweşîn jiyana Ozel dixe xetereyê.    TEDAWIYA OZEL TÊ ASTENGKIRIN    Şahîn anî ziman ku  Ozel di sala 1999’an de emeliyata bypassê bûye û ew di 2’ê mijdara 2008’an de hatiye girtin û ji ber girtî ye tevî ku hatiye gotin divê kontrola wî bênavber bê kirin jî lê tedawiya wî tê astengkirin. Şahîn da zanîn ku Ozel di nameya ku ji ÎHD’ê re şandiye behsa rewşa xwe kiriye û destnîşan kiriye ku taqeta wî nemaye û sewqî ya ji bo nexweşxaneyê nayê kirin. Şahîn anî ziman ku nexweşînên Ozel girantir dibin û tevî vê yekê jî mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin û xwest tavilê bê berdan.