Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan 2022-10-29 15:10:01   STENBOL - Cemîle Çîftçî û Fincê Akman ên malbatên girtiyan û rojnamevan Zeynep Kûray ku di çalakiya ji bo girtiyan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin duh di çalakiya hefteya 32’yemîn de li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê xwestin bicivin. Polîsan êrişî malbatan kir û Cemîle Çîftçî û Fincê Akman ên malbatên girtiyan û rojnamevan Zeynep Kûray hatibûn di êrişê de hatibûn binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Kagithaneyê îfadeyên Akman, Çîftçî û Kûray hatin girtin û pişt re birin Edliyeya Çaglayanê. Dozger bi dû îfadeyan re Akman û Çîftçî berda û Kûray jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriya nobedar kir û Kûray bi şertê kontrola edlî ji dadgeriyê hat berdan.