Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê 2022-10-29 20:48:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê bi mitîng û meşên hatin lidarxistin bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk a li dijî HPG'iyan hatin şermezarkirin û bertek nîşanî bêdengiya NY'yê hate dayîn.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin bi bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Bandora dîmenên du endamên HPG'ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûbûn jî didome. Li gelek navendên Ewropayê bikaranîna çekên kîmyewî bi meş û mitîngên hatin lidarxistin hate şermezarkirin.    HAMBÛRG   Meclîsa Gel a Hambûrg a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, êrîşên bi çekên kîmyewî ya dewleta tirk ên li dijî endamên HPG'ê pêk tîne, bi meşa ku li Harbûrg Bahnhofê li dar xistî protesto kir. Meclîsa Jinan a Rojbîn, hêzên enternasyonalîst û ciwanên welatparêz piştgirî dan çalakiyê û pankartên “17 Şervanên Azadiyê ji aliyê dewleta tirk ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin”, “Çekên kîmyewî yên Erdogan bikartîne, rawestînin” vekirin.   Çalakgeran ji bo bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û wêneyên endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, alên YPG’ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilgirtin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, hatin berzkirin.   Anja Flach li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê daxuyanî da û destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo ewlehiya pêşeroja xwe, êrîşên bi çekên kîmyewî li pêş çavê cîhanê pêk tîne. Flach got ku divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin û wiha pêde çû: “NY û saziyên rayedar jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşên dewleta Tirk. Em bang li gelên Kurdistanê dikin ku li dijî van sûcên şer dakevin qadan. Ev êrîşên bi çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla ye, qirkirinek e ku li dijî hemû Kurdistanê tê kirin. Em li dora zarokên kurd kom bibin û berxwedanê mezin bikin.”   Polîsên Elman hewl dan ku hilgirtina wêneyên endamên HPG'ê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan asteng bikin, lê girseyê bi berzkirina dirûşmeya “PKK” bersiva wan da. Bi berxwedana ciwanan wêne hatin hildan û dest bi meşê kirin. Polîsên Elman tevahiya meşê astengî derxistin, guzergahiya kortejê girt û derbasbûna kortejê asteng kir.   Çalakî bi berzkirina dirûşme û stranên berxwedanê bi dawî bû.   GÎESSEN   Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve bêdengiya OPCW’ê li bajarê Gîssen ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.   RENNES   Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo 17 endamên HPG'ê ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, li qadan bûn.   Meş di saet 17.00’an de li Place dû Colombîerê destpê kir û heta qada Repûblîqûeyê dom kir. Di meşê de belavkok hatin belavkirin.   Kurdistanî û dostên wan dirûşmeyên li dijî dewleta tirk berz kirin û bêdengiya welatên Rojavayî jî şermezar kirin.   Çalakgerên ku gihiştin qada Repûblûeyê li vir mîtîng li dar xistin. Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Dewleta tirk tevî teknolojî û hêza xwe ya şer ji meha Nîsanê û vir ve di şerê xwe yê dagirkeriyê de, hem siyasî û hem leşkerî têk diçe û li ser vê yekê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û dermirovî dike. Ne tenê dewleta tirk ji vî şerî hovane berpisyar e, PDK jî berpirsyar e. Divê bersiva gelê kurd jî li dijî xiyaneta PDK’ê dîrokî be, divê em li dijî vî sûcê dermirovî dest bi berxwedanê bikin.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê saziyên civakî yên sivîl û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan bêdengiya xwe xira bikin, banga helwestgirtina li hemberî sûcên dewleta tirk hat kirin û peyama wê li dijî hovîtiya dewleta tirk a qirker, li her qadê li berxwe bidin dan.   Di çalakiyê de dirûşmeyên  “Bimre xiyanet” û “Erdogan ji Kurdistanê bicehime” hatin berzkirin.   CENEVRE   Kurdên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo protestokirin êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ku ji bêdengiya saziyên navneteweyî hêz digire, hatin ba hev û banga “Nebe hevkarê sûcê mirovahiyê” li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.   Kurdistaniyan ji bo protestokirina bêdengiya dewleta û saziyên navneteweyî yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr, li ber avahiya NY’ê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.   Çalakiya rûniştinê îro bi meşekê bi dawî bû.   Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li ber Bîrdariy Mirovahiyê ya li ber avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev û ji vir ber bi Place de Natîonsê ku ofîsa NY’ê lê ye, meşiyan.   Beriya meşê deqeyek rêz hat girtin.   Hevseroka CDK’ê ya Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev axivî û anî ziman ku dewleta tirk ji welatên Ewropayê hêz digire, li dijî endamên HPG'ê çekên kîmyewî bikar tîne û got: “Em bi rojan e li ser pêyan e. Eger em ne rehet bin, em ê rehetiya we jî xira bikin. Dewleta tirk a dagirker ku çekên kîmyewî bi kar tîne, vê cesaretê ji welatên Ewropa, OPCW û NY’ê digire. Li gorî peymana navneteweyî tevbigerin. Bangek me jî ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye. Li Helepçeyê Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Îro hûn bi wan re ne. Ev şermezariyek e.”   Çalakger ji bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û wêneyên endamên HPG'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, hildan û dest bi meşê kirin. Girse bi berzkirina dirûşmeyan heya qada Places des Natîon a Ofîsa NY’ê lê ye, meşiyan û li vir mîtîng li dar xistin.   Di mîtîngê de metina bi Fransî hatî amadekirin, hate xwendin. Pişt re Hevseroka rêxistinên sîwanê ya Navendên Civaka Kurd a Swîsreyê Selma Surer axivî. Surer destnîşan kir ku gerîla zarokên gelê kurd e û got. “Dewleta tirk a dagirker li dijî van zarokên gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelê kurd wê zarokên xwe di her şert û mercan de biparêze. Heta ku ev êrîş bi dawî dibin, em ê li qadan bin.”   Ergun Ortak jî li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî axivî û diyar kir ku dewleta tirk li dijî endamên HPG'ê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê qet sernakeve. Ortak ev tişt gotin: “Dewleta tirk li hemberî gerîla têk çûye. Ji bo nixumandina vê têkçûna xwe, dixwaze serkeftinek sixte bi dest bixe. Lê berxwedan gerîla van hemû êrîşan, vale derdixîne.”   Li ser navê Konfederasyona Karkerên Koçber a Ewropayê (AVEG-KON) Alî Orak jî got ku divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin.   Siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay herî dawî xîtabî girseyê kir û ragihand ku divê hemû kes li dijî van sûcên dermirovî bibe yek û got: “Divê em kurd û dostên wan li dijî van sûcan têkoşînê mezin bikin. Ji dervey têkoşînê, çareseriyek din nîne.” Atalay qala girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TBB) Şebnem Korûr Fîncanci ya derbarê êrîşên kîmyewî daxuyanî da û rojnamevanên ku bikaranîna çekên kîmyewî kirin nûçe kir û destnîşan kir ev girtin tenê ji bo nixumandina sûcên şer e.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li berxwedana gerîla, bi dawî bû.   HEÎLBRONN   Êrîşên dewleta tirk a bi çekên kîmyewî, li Heîlbronnê bi mîtîngekê hat protestokirin.   Bi dehan Kurdistanî û dostên wan tev li çalakiya ku ji aliyê Komeleya Civaka Kurd ve hat lidarxistin, bûn.   Çalakî li Kîlîanzplatzê hat lidarxistin û wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn hatin hildan.   Di çalakiyê de axaftinên bi Elmanî hatin kirin û wiha hate gotin: “Dewleta tirk bi çekên kîmyewî û qedexe, li dijî kurdan êrîşên qirkirinê pêk tîne, hemû kes li dijî vê yekê bêdeng e.” Di serî de Elmanya bang li dewletên Ewropa hat kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên du ru yên li hemberî Kurdan, ber din.