Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike 2022-10-30 10:02:53 ENQERE - Endamê PE’yê yê berê Jurgen Klute diyar kir ku dewleta tirk ji şerê Ûkraynayê sûd digire û li herêmê gelek sûcên şer dike û wiha got: “Dewletên ewropî jî ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe ji van sûcan re nakin.”    Dewleta tirk di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin û ev êriş hêjta berdewam in. Di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de 17 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Herî dawî jî dîmenên du gerîlayên HPG’ê yên ku ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn û jiyana xwe ji dest dayîn bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Hevberdevkê Koma Dostaniya bi Kurdan re ku di çarçoveya Parlamentoya Ewropayê (PE) de hatibû avakirin, endamê Koma Çep a PE’yê û endamê PE’yê yê berê Jurgen Klute têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve û bêdengiya welatên ewropî bi ajansa me re axivî.    ROJEVA EWROPAYÊ ÛKRAYNA YE    Klute, da zanîn ku Koma Dostaniya bi Kurdan re di sala 2009’an de bi mebesta piştevaniya bi pêvajoya çareseriyê re hatiye avakirin û wiha got: “Di navbera Tirkiye û kurdan de hevdîtin dihatin kirin û me jî got avakirina komeke wiha dibe ku ji bo pêvajoyê bibe alîkar. Me nîqaşên li PE’yê û geşedanên li Tirkiye û herêmê dişopandin. Me siyasetmedarên kurd vexwendin hinek konferansan û bi vê rêyê deriyên PE’yê ji kurdan re vekirin. Komek hêjta li wir heye û amadekariya Konferansa Kurdan dikin. Lê belê niha rojeva PE’yê şerê li Ûkraynayê ye.”   SÛCÊN ŞER ÊN TIRKIYEYÊ   Bi domdarî Klute anî ziman ku Tirkiye ne cara ewil e ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî dibe rojev û ev tişt anî ziman: “Dema van çekan bi kar tîne, baş dizane ku di peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin. Lê dema em li raporên dema dawî dinihêrin, dibînin ku bikaranîna çekên kîmyewî zêde kiriye. Tirkiye, ji şerê Ûkraynayê sûd digire û wisa bi rehetî bi kar tîne. Şerê Ûkraynayê li Ewropayê rê li ber krîzeke mezin vekir. Welatên ewropî, êrişên li dijî kurdan jinedîtî ve tên. Ev yek şermekî mezin e. Çapemenî di xistina rojevê de roleke sereke dilîze lê pir kêm qala êrişên li dijî Kurdistanê dikin. Her wiha Tirkiye endama NATO’yê ye û ev jî rê li ber digire. Di mijara endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê de jî Tirkiyeyê şantaj kir. Lê welatên rojavayî ne ev şantaj vala derxistin, ne ji ber êrişên li dijî kurdan zextek li Tirkiyeyê kirin û ne jî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe nekirin. Ji ber sedemên min gotin, em pir zehmetiyê dikişînin ku balê bikişînin ser binpêkirina Tirkiye û artêşa wê.”    HELWESTA OPCW’Ê    Di berdewamê de Klute got ku girîngtirîn sedema ku welatên endam ji bo bikaranîna çekên kîmyewî daxwaza lêkolînê ji OPCW’ê nekin, şerê Ûkraynayê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dewlet naxwazin di pêvajoyeke wiha de Tirkiyeyê bikin dijberê xwe. Dema şerê li Ûkraynayê didome jî welatên rojavayî naxwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xera bikin. Li gorî me, çareseriya herî baş ew e ku mirov rêxistinên civaka sivîl, parastvanên aştî û mafên mirovan, sendîka û rêxistinên kedê têxe nava liv û tevgerê ku zextê li dewletan bikin da ku gav biavêjin. Rûsya jî li Ûkraynayê gelek sûcên şer dike. Heke Tirkiye bixwaze van êrişan şermezar bike, divê ji ewil destên wê paqij bin. Her wiha welatên rojavayî jî heke bixwazin şermezar bikin, divê sûcên şer ên Tirkiyeyê jî jinedîtî ve neyên. Divê ev yek jî ji raya giştî re vekirî bê kirin.”    BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA ROJAVA    Klut, bal kişand ser bêdengiya çapemeniya welatên rojavayî û ev tişt anî ziman: “Bala wan li ser şerê Ûkraynayê ye û ya ku dikin durûtî ye. Çapemenî, hêza çaremîn e. Bi tevgereke gel dikare pêşî li êrişên ser kurdan bên girtin. Lê haya gelên ewropî ji êrişên ser kurdan nîne. Ji ber ku çapemeniya Ewropayê tu tiştekî nanivîsîne. Weke mînak, di çapemeniya Almanyayê de dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde, têkildarî şerê li Kurdistana Iraqê de yek gotin tune ye. Niha şerê Ûkraynayê, krîza enerjiyê û krîza avhewayê sê rojevên wan ên sereke ne. Heke bi rastî jî bixwazin ku pêbawer bin, divê çawa ku li dijî sûcên şer ên Rûsyayê dengê xwe derdixînin, bi heman awayî li dijî sûcên şer ên Tirkiyeyê jî dengê xwe bikin.”    KONFERANSA KURDAN A NAVNETEWEYΠ   Di berdewamê de Klut diyar kir ku tevî her neyiniyan jî, ji bo pêşîlêgirtina neheqiyên dewleta tirk û sûcên wê yên şer di nava hewldanan de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Çendek meh berê me bi tevlibûna siyasetmedar, aktîvîst, hiqûqnas û gelek mirovên ji qadên cuda Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan re ya Navneteweyî ava kir. Em hewl didin hîn bêhtir mirovan tev li bikin. Di vê çarçoveyê de bi sendîka, partiyên çep û parastvanên aştî û mafên mirovan ên welatên cuda re hevdîtinan dikin. Di encama xebatan de me karî bala hinek endamên PE’yê bikişînin ser mijarê. Ji bo vê kolektîfê hewcehî bi hêza çapemeniyê heye. Pir girîng e ku em raya giştî ji van sûcan haydar bikin.”   MA / Gozde Çagri Ozkose