Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an 2022-10-30 10:19:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytextê Koraya Başûr a Seûlê di "Cejna Pîrebokan" de izdîham derket û hejmara kesên di izdîhamê de jiyana xwe ji dest dayîn derket derket 151'an.    Li paytextê Koraya Başûr a Seûlê, di pîrozbahiyên “Cejna Pîrebokan” de izdîham derket. Hejmara kesên di izdîhamê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 151'an. Serokê Komara Koreya Başûr Yoon Suk-yeol roja şemiyê wek roja şînê ya neteweyî îlan kir. Rayedaran diyar kirin ku ji kesên di izdîhamê de jiyana xwe ji dest dayîn 2 jê û ji birîndaran jî 15 kes jê biyanî ne. Her wiha di izdihamê de 150 kes birîndar bûn û hat gotin ku di izdîhamê de dilê 50 kesan sekinî ye û komên tenduristiyê bi rêya mesaja dil ev kes ji mirinê xelas kirine.