Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye 2022-10-30 13:16:56   ENQERE - Rejîma Îranê piştî çalakiyên bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kirin, du rojnamegerên jin ku wêneyên Emînî yên derbkirinê kişandibûn û êrişa li dijî merasîma cenazeyê wê kiribûn nûçe, weke sîxûr îlan kiribû. Komeleya Rojnamegeran a Tehranê ev helwesta rejîmê şermezar kir û got: “Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina pîşeya rojnamegeriyê ye.”   Wezareta Îstîxbaratê ya Komara Îslamî ya Îranê û Rêxistina Îstîxbaratê ya Mihafizên Şoreşê di daxuyaniyên xwe yên 28’ê cotmehê di roja înê de ji bo 2 rojnamegerên têkildarî tundiya li dijî çalakvanan tê bikaranîn nûçe çêkirin gotibûn; “sîxûrên biyaniyan in.” Ji du rojnamegerên jin ên hatin girtin Nûloufer Hamîdî wêneyên Jîna Emînî yên li nexweşxaneyê kişandibûn ku hatibû derbkirin. Bi vê yekê re jî îdiaya rejîmê ku digot; “Jîna Emînî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye” vala derxistibû. Her wiha rojnameger Elahe Mohammadî jî êrişa hêzên rejîmê ya li dijî merasîma definkirina cenazeyê Emînî bi raya giştî ya cîhanê re ragihandibû.    KRÎMÎNALÎZEKIRINA ROJNAMEGERIYÊ   Komeleya Rojnamegeran a Tehranê têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniya xwe mebest dike ku pîşeya rojnamegeriyê tune bike û azadiya çapemeniyê binpê kiriye. Komeleyê ji bo daxuyaniya rêxistina îstîxbaratê jî wiha got: “Her du hempîşeyên me ji ber ku karê xwe kirine hatin girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Heke şopandina nûçeyan û nivîsandina wan sûc be, wê demê bila rojnamegeriyê bi tevahî qedexe bikin. Du rojnamegerên herî profesyonel ên welêt bi sûcê sîxûrtiya hêzên derve hatin tawanbarkirin û ev yek hem heqareteke li dijî rojnamegeran û hem jî heqareteke li dijî aqilê gel e. Ya ku divê derqanûnî be ne rojnamegerî lê hewldana krîmînalîzekirina pîşeya rojnamegeriyê ye.”