Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-10-30 17:04:54 AMED - Helbestvanê kurd Arjen Arî di 10'emîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora xwe ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.    Helbestvan û rewşenbîrê kurd Arjen Arî di 10'emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê li ser gora xwe ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan û endamên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî di bibîranîne de amade bûn.    Beşdaran li derdora gora Arjen Arî find vêxistin, wêneyê Arjen Arî û qurnefîl danîn ser gorê. Her wiha pirtûka Arjen Arî ya bi navê Bakûrê Helbestê Antolojiya Helbesta Bakûr jî weke diyarî li beşdaran hat belavkirin.   ‘EM Ê HELBESTÊN WÎ LI SER ZIMANAN BIGERÎNIN’   Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan bi helbesta Arjen Arî ya bi navê “Mirin tu bi xêr bê”  dest bi axaftinê kir. Fîdan bi lêv kir ku Arjen Arî dê di dilê hezkiriyên xwe de her bijî û wiha got: “Bi ser mirina wî re 10 sal derbas bûn. Weke wî jî gotiye, mirin ji bo her zaroke kurd hat lê zaroke kurd gelê kurd hê jî li ber xwe dide. Pişta gelê kurd hê jî bi çiyayan ve ye û li ber xwe dide û dê her li ber xwe bidin. Em ê her helbestên wî li ser zimanan bigerînin.”   Piştî axaftina Fîdan, girseyê deqeyek rêz girt. Bi domdarî xwîşka Arjen Arî, Necla Arî axivî û spasiya kesên beşdarî merasîma bîranînê bûyîn kir.    Merasîm, bi xwendina helbestên Arjen Arî bi dawî bû.    Piştî merasîmê jî malbata Arjen Arî li malê xwarin da û girse derbasî malê bû.