Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan 2022-10-30 20:55:32 ŞIRNEX - Ciwanên Cizîrê bi berzkirina dirûşma "Bijî Serok Apo" nerazîbûn nîşanî "festîvala" ku qeyûm bûbû sponsor dan.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanan bertek nîşanî "festîvala" ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê sponsoriya wê kiribû dan. Ciwanan li Banê Xanê bi berzkirina dirûşma "Bijî Serok Apo" nerazîbûn nîşanî "festîvala" ji aliyê holdînga By MR. Dosso Dossi ve hat lidarxistin û qeyûm sponsoriya wê kir, dan. Polîsan bi fişekên plastîk û gaza îsotê êrişî ciwanan kirin û 6 ciwan kirin binçavan.