Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin 2022-10-30 23:15:57 ENQERE - Rojnamevanên kurd ku li Enqereyê hatin girtin, li Girtîgeha Sîncanê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Li Enqereyê 9 rojnamevanên kurd ên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê di 29’ê cotmehê de hatin girtin li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin. Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yûrtsever, rojnamevan Bêrîvan Altan û Ceylan Şahînlî, Habîbe Eren û Oznûr Deger li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tên girtin. Rojnamevan Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin jî li Girtîgeh Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an tên ragirtin. Hat zanîn ku rojnavan ji roja birine girtîgehê ve li qawîş ango hucreyên yek kesî tên ragirtin.