Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm! 2022-10-30 23:50:12 ŞIRNEX - Ji derve bi sedan dolmîş û otobusan girseyî anîn “festîvala” ku qeyûm sponsoriya wê dike.    Xelkê Cizîrê beşdarî "festîvala" ji aliyê holdînga By MR. Dosso Dossi ve hat lidarxistin û qeyûm sponsoriya wê kir, nebûn. Qeyûm û organîzeya “festîvalê” ku dîtin xelkê Cizîrê tev li nabe, vê carê girseyê ji derveyî navçeyê anîn. Seranserî rojê bi dolmîş û otobusan xelkê ji navenda Şirnex, navçeyên Silopiya, Hezex, Basa, Qileban û Elkê anîn Cizîrê. Bi nêzîkbûna konserê re ji bajarên din jî girse anîn Cizîrê. Bi sedan wesayîtên ku xelkê ji derve anîn navçeyê li taxa Konakê hatin parkkirin.    Ji ber konserê pira kevn a Cizîrê ji çûnehatê re hat girtin û bi sedan wesayîtên ku girse ji derve anîn li ser rêya Silopiya û Şirnexê dan parkkirin. Ji ber parkkirina wesayîtan cih li kolan û cadeyên Cizîrê nema.    JI TRABZONÊ HETA DENÎZLIYÊ GIRSE ANÎN    Li cihê ku konser lê hat lidarxistin li taxa Nûrê hemû kolan û cade ji çûnehatê re hatin girtin. Wesayîtên ku plakayên wan ên bajarên wek Trabzon, Denîzlî, Enqere, Antalya, Mêrsîn, Mereş, Dîlokê bûn li kolan û cadeyên Cizîrê tije kirin û cih nehiştin.