ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-31 09:00:14 * Rojnamevan Fatîh Polat diyar kir ku îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne. Nivîskar Ender Îmrek jî got: “Divê mirov vê wek meseleya rojnamevanên kurd tenê nebîne.”    * OPCW’ê heta niha têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hê tu lêkolînê nekirine. Saziyên navnetewî yên mîna CPT’iyê jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi şopandinê sînordar ma.    * Roja Cîhanê ya Kobanê dê li gelek bajaran bi girseyî were pîrozkirin. Rêveberê HDP'ê Hacay Yilmaz bang li hêzên ked û demokrasiyê kir ku dakevin qadan.   * Hevpîşeyên Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kirin ku girtina hevpîşeya wan dê rastiya çekên kîmyewî neguherîne û gotin: “Li cihê mayî yê mamoste Şebnem em ê bidomînin.”   * Parêzer Îshak Demîr da zanîn ku rêveberiya Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê têkildarî binpêkirinan bersiva "Em qanûnên xwe bi cih tînin" daye û got: "Li girtîgehan tecrîdeke tam heye."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 602'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Cîhan Can ê ku di di bin otobusa polîsan da û ma jiyana xwe ji dest da dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna 18'emîn a Doza Kobanê dê di roja pêncemîn de li Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Wanê têkildarî meşa li Silopiya dê di 6'ê mijdarê de bê lidarxistin li avahiya HDP'ê daxuyanî bidin. (11.00) ZINDÎ   * DFG û MKGP têkildarî girtina 9 rojnamevanên kurd dê li Qada Şîşhaneyê daxuyanî bide. (12.00) ZINDÎ   * Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Rêxistinên ciwanên sosyalîst dê têkildarî girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û girtina rojnamevanan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylana ya Îzmîrê daxuyanî bidin. (18.00)