‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’ 2022-10-31 09:00:25 STENBOL - Rojnamevan Fatîh Polat diyar kir ku îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne. Nivîskar Ender Îmrek jî got: “Divê mirov vê wek meseleya rojnamevanên kurd tenê nebîne.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Her wiha di 16’ê hezîranê de jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16 rojnamevanên kurd bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.    Rojnamevan û nivîskar bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe didin û piştgiriya wan dikin. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat û nivîskarê Evrenselê Ender Îmrek girtina rojnamevanan nirxandin.    ‘OPERASYONA BÊDENGKIRINÊ YE’    Polat diyar kir ku zext û girtina li ser çapemeniya kurd ji ber ku pirsgirêka kurd çareser nabe ye û ev raste rast bi polîtîkaya zextan ve girêdayî ye. Polat destnîşan kir ku îktidar beriya biçe hilbijartinê ji bilî partiyên muxalefetê dixwaze serê rojnamevanên kurd jî bitewîne û got: “Ev operasyon ew operasyon e ku dixwazin beriya hilbijartinê rojnamevanan bêdeng bikin. Biryara girtina rojnamevanan biryarek siyasî ye. Hewcehî pê heye ku li dijî van girtinan nerazîbunek hevpar hebe.”   ‘KUJER TÊN BERDAN Û ROJNAMEVAN JÎ TÊN BERDAN’    Nivîskarê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek jî anî ziman ku îktidara ku ber bi sedsalek nû ve diçe girtîgehan bi rojnamevanan tije kiriye û got: “Ev operasyona li dijî rojnamevanan nêzîkatya li dijî pirsgirêka kurd jî nîşan dide. Rojnamevên kurd bi îşkenceyê tên girtin. Kujer tên berdan û rojnamevanên jî tên girtin. Lê divê em vê meseleyê tenê ne wek meseleya rojnamevanên kurd e, nebînin û wek meseleya xwe bibînin. Divê hemû rojnamevan û nivîskarên Tirkiyeyê li dijî vê derkevin. Pêwîste em hemû bi hev re li dijî zîhniyeta ku rojnamevanan digire têbikoşin.”