Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne! 2022-10-31 09:01:52 STENBOL - Parêzer Îshak Demîr da zanîn ku rêveberiya Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê têkildarî binpêkirinan bersiva "Em qanûnên xwe bi cih tînin" daye û got: "Li girtîgehan tecrîdeke tam heye."   Greva birçîbûnê ya ku girtiyên li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê di 30’ê îlonê de li dijî binpêkirinên mafan dabûn destpêkirin, meha yekem li pey xwe hişt. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazê de (CISST) di 14’ê Cotmehê de li ser daxwaza girtiyan serdana girtîgehê kiribûn. Rêxistinên maf û hiqûqê yên ku bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn, di rapora ku di 28'ê cotmehê de weşandibûn de parve kiribûn ku li girtîgehê 170 girtî hene û ev girtî di hucreyên ji bo kesekî û sê kesan pêk tên de tên ragirtin. Di raporê de bal hat kişandin ku pêdiviyên girtiyan ên wekî pirtûk, çalakiyên civakî, xwarin û av an kota ne an jî nehatine bicihanîn.   ‘GOTINE DIBE KU ŞEWATÊ DERXIN’    Endamê OHD'ê parêzer Îshak Demîr ku binpêkirinên li girtîgehê di cih de şopand diyar kir ku wan bi 8 girtiyan re hevdîtin kirine. Demîr anî ziman ku piştî guhertina midûrê girtîgehê binpêkirin zêde bûne û her hefte bi hêceta "lêgerînê" bi awayekî sîstematîk serdegirtina li hucreyên girtiyan tên kirin. Demîr diyar kir ku di serdegirtinan de eşyayên girtiyan hatine desteserkirin û got: "Her wiha kotaya pirtûkan anîne û hejmara pirtûkan daxistine 3 heban. Gardiyanan gotiye, ‘heke şewatek derkeve em nikarin pêşî lê bigirin'."   HÊCETÊN BÊBINGEH    Demîr diyar kir ku girtî bi gefên Desteya Îdare û Çavdêriya girtîgehê ku dê berdana wan taloq bikin re rûbirû dimînin û poşmantiyê li girtiyan ferz dikin. Demîr anî ziman ku bi hêcetên bêbingeh û pûç berdana girtiyan taloq dikin û berdana wan asteng dikin.    ‘DIXWAZIN TÊKILIYA GIRTIYAN Û DERVE QUT BIKIN’    Demîr da zanîn ku girtiyan piştî van binpêkirinên mafan dest bi çalakiyê kirine û ji ber greva birçîbûnê û çalakiyan derbarê 136 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin. Demîr anî ziman ku midûrê girtîgehê bi wan re hevdîtin nekiriye û bi midûrê duyemîn re hevdîtin kirine û midûr ji wan re gotiye ku ew prensîbên xwe pêk tînin. Demîr diyar kir ku gelek mafên girtiyan tên astengkirin û got: “Li girtîgehan tam jî sepana tecrîdê pêk tê. Îktidar dixwaze bi tecrîdê û astengiyan têkiliya girtiyan û derve ji hev qut bike. “