Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin 2022-10-31 10:14:30   ENQERE - Rojnameger Zemo Aggoz ku ji ber nûçeyên xwe yên di Ajansa Mezopotamyayê de hatibû binçavkirin diyar kir ku ji ber rastiyên derxistine holê hatine sûcdarkirin.    Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan bi ser malên Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger de girtin û bi îşkenceyê binçav kirin. Rojnameger, di nîvşeva 29’ê cotmehê de sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ku demekî kin li buroya MA’yê ya Enqereyê stajerî kiribû jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Aggoz bi şertê hefsa malê û Gunhan jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Aggoz ku di zarokatiya xwe de bi dayika xwe re televîzyonên bi kurdî temaşe dikir û ji rojnamegeriyê bibandor bû, dema dibistana amadehî dixwend bi belavkirina Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya Di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin gava ewil di qada  çapemeniyê de avêt. Aggoz ku li Beşa Rojnamegeriyê ya Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Kocaeliyê xwendina xwe didomand, saziyên çapemeniyê yên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên ji nêz ve şopand. Di dema xwendekariyê de MA ji nêz ve dişopand û di sala 2018’an de li MA’yê dest bi rojnamegeriyê kir. Aggoz ku ev 5 sal in li MA’yê xebatên xwe didomîne, di rojnamegeriya jinê û di qada darazê de nûçeyên girîng çêkirin.    Zemo Aggoz, di 25’ê cotmehê de tevî 10 hempîşeyên xwe hate binçavkirin û bi xeyala xwe ya zarokatiyê anku ji ber xebata li MA’yê hat sûcdarkirin. Her wiha nûçeyên ku çêkiribûn, hevdîtinên wê yên li ser telefonê bi çavkaniyên xwe re kirin, pereyên di navbera endamên malbatê û bi hevalên xwe re şandin jî weke tawanbarî di dosyaya wê de cih girt.    Aggoz ku 2 rojan ji pitika xwe ya 45 rojî hatibû qutkirin, têkildarî pêvajoya binçavkirinê û êrişên ser Çapemeniya Azad axivî.    ‘EZ ROJNAMEGERIM Û SERÎ NATEWÎNIM’   Aggoz, da zanîn ku serê sibê saet derdora 06.00’an de polîsan bi ser mala wê de girtiye û wiha got: “Min xwest li ser telefonê li hevjîn û parêzerê xwe bigerim. Piştî ku rêveberê apartmanê agahî dayî, hevjînê min hat malê û bi zaroka min re eleqedar bû. Di serdegirtinê de dest danîn ser alavên dijîtal. Li pêşiya derî ji pişt ve hatim kelemçekirin. Dema li wesayîtê hatim siwarkirin serê min netewandin. Lê dema em li pêşiya malê polîsekî ji min re got; ‘ev dîmen dê bi çapemeniyê re bên parvekirin, bila xizmên te, te nebînin nexwe dê nas bikin’ û hewl da serê min bitewîne. Min jî got ku min tiştekî xelet nekiriye, bila rûyê min bibînin. Bi vî awayî li wesayîtê hatim siwarkirin. Piştre jî birin nexweşxaneyê. Dema ji nexweşxaneyê derketim dîsa ji piştve hatim kelemçekirin. Heman polîs dîsa hat cem min û xwest ku serê xwe bitewînim. Lê min dîsa qebûl nekir. Di vê navberê de polîseke jin hebû û got; ‘ez dikarim bitewînim.’ Hewl da lê nekarî. Piştî girtina şopa tiliyê jî di vegerê de israr kirin ku serê min bitewînin û gotin; ‘em ê serê te bitewînin, heke tu netewînî jî li dij dernekeve.’ Min dîsa heman tişt gotin. Heman polîsa jin dîsa xwest serê min bitewîne. Piştre bi hinceta ku şarjê telefonê qediyaye, dîsa birin cihê wergirtina şopa tiliyan û hewl dan serê min bitewînin. Îcar qîriyam û min got; ‘ev 4 car in hin dikişînin. Ez rojnamegerim û serî natewînim.’”    POLÎSAN NEKARÎ DÎMENAN BIGIRIN   Bi domdarî Aggoz anî ziman ku hema senaryo li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê berdewam kir û wiha pê de çû: “Ji ber ronahiya ters, berê wesayîtê guherandin. Destên min ji pişt ve kelemçe kirin û polîsan hewl dan serê min bitewînin. Ji ber ku yek polîs tenê bû, nekarî serê min bitewîne. Lewma jî nekarîn dîmenê dixwestin bikişînin bidin çapemeniyê. Piştî ku anîn TEM’ê, prosedûrên rûtîn dest pê kirin. Qeyd girtin û em xistin nezaretxaneyên yekkesî. Me hewl da silav bidin çendek hevalan lê destûr nedan. Bi binçavkirina min re mafê pitika min a 45 rojî asteng kirin. Li ser berteka raya giştî jî di roja duyemîn de îfade girtin. Îfadeya min 3 saetan dom kir û girtekeke ji 25 rûpelan hat amadekirin. Di fezlekeya emniyetê de tiştekî ku weke sûc bê nîşandan tune bû. Axaftinên min ên bi çavkaniyên nûçeyan re, nûçeyên MA’yê yên min parve kirin, 200-300 lîreyên ku min ji hevalên xwe re şandine û çendek îdiayên pêkenok ji min pirsîn. Di destê wan de tu tiştekî bi navê sûc tune bû. Di dosyaya lêpirsînê de îfadeyên ‘şahidên nepen’ hebûn. Derheqê min de îfadeyên wî hebûn lê derket holê ku min nas nake. Digot ku ez ketime girtîgehê. Lê ez cara ewil e têm binçavkirin. Di dawiya dawî de bi pirsên xwe hewl dan pîşeya min bidarizînin.”    BI RASTIYÊN KU ME DERXISTIN HOLÊ HATIN SÛCDARKIRIN    Di berdewamê de Aggoz destnîşan kir ku cara ewil MA’yê nûçeya malbata Dedeogûllari ku di 12’ê gulanê de li Konyayê rastî êrişê hatibûn û di 30’ê tîrmehê de jî hatibûn qetilkirin çêkiriye û wiha got: “Ez tev li hemû danişînên dozê jî bûm. Rastiyên ku di vê komkujiyê de dihatin veşartin, ajansa me derxistin holê. Kesên êrişî malbata Dedogûllari kiribûn duh hatin berdan. Lê belê têkildarî nûçeyên me yên derheqê wê komkujiyê de ji me pirs kirin û weke ku derxistina rastiyê sûc be ji me pirsiyan. Bi sala ye Çapemeniya Azad rastî êrişan tê. Bi daxwaza xwe û bi zanebûn di Çapemeniya Azad de dixebitim. Ji ber ku tekane cihê ez lê heqîqetê binivîsim û li pey rastiyan bigerim MA ye. Bi sala ye hewl didin rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin bêdeng bikin. Di halê hazir de desthilatdariyek heye ku ber bi têkçûnê ve diçe û sûcên şer dike. Di rewşeke wiha de jî bêguman dê hewl bidin rojnamegerên rastiyan dinivîsin bêdeng bikin. Niha 9 hevalên me girtî ne. Ez şahida rojnamegeriya wan im. Weke rojnamegerên li derve em ê pênûsa wan emanet bigirin.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÊRIŞAN BIDOME’   Herî dawî jî Aggoz ev tişt anî ziman: “Hewceye hemû kes li dijî êrişên ser Çapemeniya Azad dengê xwe bike. Divê tu saziyên çapemeniyê, sendîka û komele li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku dê rojek were û dema hemû rojnamegerên li pey rastiyê girtin, wê demê dê tu rojnamegerên ku rastiya wan binivîsin nebînin. Ji bo vê jî divê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.”    MA / Yusra Batûhan