Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê 2022-10-31 13:17:16   RIHA - Malbata Şenyaşar da zanîn ku dê di rojên pêş de biçin pêşiya avahiya AKP’ê, Meclis û Wezareta Dadê û wiha bang kirin: “Êdî dawî li vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bînin. Ev bêhiqûqtî dê AKP’ê tune bike.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê ragirtin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 602’yan de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbatê, pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” daliqand û dest bi nobetê kir.    'FERMANA SERDESTAN’   Ferît Şenyaşar di nobetê de de axivî û da zanîn ku nobeta xwe bibiryar didomînin. Şenyaşar, da zanîn ku dayika wî ev 602 roj in li pêşiya edliyeyê ji rayedaran dixwaze ku edaletê pêk bînin û wiha domand: “Li pêşiya edliyeyê pankarta edaletê heye. Li pêşiya edliyeyê dayikek heye ku dilê wê şewitî ye, hevjîn û du kurên wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin. Li gel van neheqiyan tevan, her wiha kurekê wê ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî û bi fermana serdestan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin.”    'BÊHIQÛQTÎ DÊ AKP’Ê TUNE BIKE’   Bi domdarî Şenyaşar destnîşan kir ku dengê dayika wî êdî sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye û wiha bi dawî kir: “Nobeta me didome û dayik li benda muxatabekî ye. Li holê dozek heye lê rayedar nînin. Hemû deriyên edliyeyê li dayikê hatine girtin. Walîtiya Rihayê tenê 100 mîtroyan ji vir dûr e lê bersiva daxwaza me ya hevdîtinê nade. Ev bêhiqûqtiye dê AKP’ê tune bike. Pirsgirêkên dayika min ên tenduristiyê roj bi roj zêdetir dibin. Dayik êdî nema dikare vê zilm û bêedaletiyê ragire. Di rojên pêş de em ê biçin pêşiya avahiya AKP’ê. Em ê biçin pêşiya wezareta edaletê û TBMM’ê. Divê rayedar di zûtirin demê de dawî li vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bînin.”