Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê 2022-10-31 14:04:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran xwendekarên zanîngehên Îran û rojhilatê Kurdistanê tevî êrişên dijwar ên rejîma Îranê jî berxwedana xwe ya ji bo azadiyê didomînin.    Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pêkirin, duh jî li bajarên Sine, Seqiz, Merîwan û Pîranşarê berdewam kirin. Xwendekarên dibistana amadehî û zanîngehê li gelek bajaran meş û çalakî li dar xistin. Hêzên rejîma Îranê xwendekarên zanîngehê yên li Sineyê dorpêç kirin û hewl dan pêşî li ber çalakiyê bigirin. Xwendekarên zanîngehê yên Îranê neçûn dibistanê û çalakiya boykotê lidarxistin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li hemû zanîngeh û navendên zanistê yên cîhanê kir ku li dijî zext û gefên rejîma Îranê piştevaniyê bidin xwendekarên zanîngeh û dibistanan ên Îranê.