Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin 2022-10-31 17:40:00     SÊRT - Li Sêrtê ji bo xebatên zimanê kurdî Botan-DER hat vekirin.     Li Sêrtê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (Botan-DER) hat vekirin. Komele li Taxa Bahçelşevlerê li Kolana Nexweşxaneya Nû hat vekirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Siddik Taş, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxên KESK'ê ya Sêrtê, HDP'a Sêrtê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn û gelek welatî tevlî merasîma vekirinê bûn.    Dê Metîn Kiliçaslan û Sara Tûrhan hevserokatiya komeleyê bin.   Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş di merasîma vekirinê de axivî. Taş bal kişand ser girîngiya zimên û bang kir ku li hemû qadên jiyanê kurdî bê axaftin.