20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan 2022-11-01 11:41:18   ÎZMÎR - 20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin piştî karûbarên îfadeyê, hatin berdan.    Duh bi şev rêxistinên sosyalîst ên ciwanan li Îzmîrê bi boneya girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û 9 rojnamegeran, qetlîama kana madenê ya Bartinê û bikaranîna çekên kîmyewî, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya Alsancakê çalakî li dar xistin.    Endamên rêxistinên sosyalîst ên ciwanan têkildarî van mijaran axaftin kirin û xwestin bi dowîzên di destên xwe de bimeşin. Polîsên ku destûr nedane meşê, ji çalakvanan 20 kes bi lêdan û kaşkirina erdê re binçav kirin.    20 ciwanên hatibûn binçavkirin piştî kû îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan a Çankayayê hatin wergirtin, hatin berdan. Hat zanîn ku polîsan di dema îfadeyê de ji ciwanan armanc û sedema çalakiyê pirsîne.