Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin 2022-11-01 12:21:23   ENQERE - Rojnamevanên ku hatin girtin û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin, diyar kirin ku pênûsê heqîqetê nayê çemandin û bang kirin ku xwedî li rûmeta pîşeya rojnamevantiyê bê derketin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger bi îşkenceya polîsan hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Peyamên ku Nazlim, Guzelyuz û Acar şandine wiha ne;    PÊNÛSÊ HEQÎQETÊ NAYÊ ÇEMANDIN   Emrûllah Acar: Piştî binçavkirina bêhiqûqî ya 4 rojan, ez bi awayekî bêhiqûqî bi 9 hevalên xwe re hatim girtin. Di çapemeniyê de hatibû nivîsandin ku di lêpirsînê de tu delîleke ku 'sûc' pêk bîne nîne. Her wiha, hewcehî bi lê zêdekirina vê yekê heye; Di rastiyê de sedemek hebû ku divê em bên girtin. 9 rojnamegeran rojnamegeriya heqîqetê dikirin. Ya rast, divê em matmayî nemînin ku em nehatin berdan, em li benda girtinê bûn. Lê em ê di girtîgehê de nivîsandina rastiyan bidomînin. Ez berê nehatibûm girtin, lê min gelek nûçeyên binpêkirina mafan ên têkildarî girtîgehan nivîsandin. Pişt re min derfet dît ku şert û mercên bi vî rengî bêhtir ji nêz ve bibînim û ji nêz ve binivîsînim. Me hêj nû gava xwe avêt girtîgehê, di rojên pêş de em ê binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû man em ê bi rêya Çapemeniya Azad parve bikin. Çapemeniya Azad bêdeng nema, bêdeng namîne, pênûsa heqîqetê wê neyê çêmandin.   Emrûllah Acar   BIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD    Selman Guzelyuz:  Em şahidên nêzin ku li Tirkiyeyê desthilat li dijî berxwedana Çapemeniya Azad serî li mîzansenên çawa didin. Qasî ku me ji pîşeya me tecrîd bikin, em, çapemeniya azad wê rastiyan di tariyê de nehêlin. Cih ji bo me ne girîng e. Cihê ku em lê ne ji bo me qada nivîsîna heqîqetê ye. Li hundir li derve, em ê nivîsîna rastiyan berdewam bikin. Bijî Çapemeniya Azad.”   Selman Guzelyuz   EM Ê PARASTINA HEQÎQETÊ BIDOMÎNIN   Denîz Nazlim: Di Tirkiyeya îro de rojnamevanî pîşeyeke ku zehmetî û kedê dixwaze ye. Di dema ku em tê de derbas dibin de jî tişta herî hêsan ketina girtîgehê ye. Em weke ferdekî Çapemeniya Azad hatin sûcdarkirin. Em serbilindin ku ferdekî Çapemeniya Azad in û parêzvanê kevneşopiya wê ne. Em rojnamevan in, yekane tiştê em dikin rojnamevantî ye. Me bigirin jî wê ev rastî neyê guhertin, em ê rojnamevantiyê û parastina rûmeta pîşeya xwe bidomînin. Em bi 9 hevalên xwe re ji ber li pey heqîqetê bûn hatin girtin. Lê em li hundir hevalên me li derve wê parastina Çapemeniya Azad û heqîqetê bidomînin.   Denîz Nazlim