Li Mêrsînê kesek hate girtin 2022-11-01 12:36:00   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 9 kesên ku hatin binçavkirin yek jê hate girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi rê ve dibir de di 28’ê cotmehê de derbarê 11 kesan de biryara binçavkirinê derxist. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser malan de girtibûn û 9 kes binçav kiribûn.    Hate hînbûn ku 9 kesên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, berî ku bên binçavkirin maîleke ku hatiye îdiakirin wê ev kes “çalakiyê bikin” ji miduriyeta polîsan re hatiye şandin û ev kes ji ber vê yekê hatine binçavkirin.    9 kesên ku duh kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan temam bûn, derxistin Edliyeya Mêrsînê û dozgeriyê îfadeyên wan wergirtin. Dozgeriyê ji 9 kesan 4 bi daxwaza girtinê 5 jî bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Mêrsînê kirin. 8 kesên ku kirariyên wan ên îfade wergirtinê li dadgehê temam bûn bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Welatiyê bi navê Mûhammed el Mûhammed bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.