Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû 2022-11-01 15:50:28   ÎZMÎR - Keştiya ku herî kêm 68 penaber tê de bûn, li Behra Egeyê binav bû.     Keştiya ku penaber tê de bûn li Derbenda Kafîreasê ya di navbera giravên Adre (Andros) û Egrîboz (Evîa) ên Behra Egeyê de binav bû. Hat zanîn ku li herêma navborî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û heta niha 9 kes hatine rizgarkirin. Hat ragihandin ku di keştiyê de herî kêm 68 kes hebûn.    Di nûçeya televîzyona dewletê ya Yewnanistanê ERT’ê de hat destnîşankirin ku penaber ji bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê bi rê ketine. Hat diyarkirin ku di keştiyê de penaberên ji Efxanistan, Îran û Misrê hebûn.    Rojnameya Kathimeriniyê jî da zanîn ku ji ber bagera zêde, operasyona rizgarkirinê bi zor û zehmet dimeşe.