Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model 2022-11-01 20:20:32   AMED - Partiya Çep a Kesk ku têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir, destnîşan kiriye ku bi serketina Kobanê re hêmana demokratîk ya sedsala nû li Rojhilata Navîn bûye modelek.    Bi wesileya Roja Kobanê ya Cîhanê gelek deveran çalaki û daxuyanî tên dayin. Partiya Çep a Kesk tekildarî Roja Kobanê ya Cihanê li ser malpera xwe daxuyaniyek bi nivîskî belav kir û Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.    ‘SERKEFTINEKe MEZIN YA DÎROKÎ’   Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku gelê Kobanê li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin nîşandaye û Kobanê ji nîjadperestan paqij kiriye.Her wiha hatiye destnîşankirin ku Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê li hemû cihanê bûye sembolek û ev tişt hatine gotin: “Weke Partiya Yeşil Solê, em Yekê Mijdarê Roja Kobanê Ya Cîhanê bi bangawaziya hezaran kesên ku nûnerên saziyên sîvîl, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, xwediyên Xelatên Aştiyê yên Nobelê jî tê de cih digirin, di heştemîn salvegera wê de careke din silav dikin. Ferasetên rêveberiyê ên êrîşkar û mêtinger, bi êrîşên hovane ên li hember nirxên mirovahiyê pêk anîn, xwestin ku vîna gelê kurd bişkînin. Bi berxwedanên destanî ên ku li hember bîrdoziyên ne li rê tên nîşandan, ji bo rizgariya mirovahiyê avakirina qada jiyaneke nû ya li Kobanê serkeftineke mezin ya dîrokî ye. Gelên Kobaneyê ku pergaleke nû ya civakî ava kirin, li hember reşahiya ku li gelê cîhanê rewa tê dîtin bûne nîşaneya ronahiyê. Hêmana demokratîk ya sedsala nû li Rojhilata Navîn bû modelek. Têkoşîna di navbera azadî û koletî, dîktatorî û demokrasiyê de bidestxistina herî şênber ya mirovahiyê û roja me ye. Kobanê di heman demê de erdnîgariya têkoşîna azadiya jinan e û li gel jinên ku bi berxwedana xwe li hember dîwarên tirsê ên ku pêrgala mêr-desthilatdar ava kiriye, roja piştevaniyê ye.”