Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide 2022-11-02 09:01:48 STENBOL - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî destnîşan kir ku madem desthilat dibêje çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe divê destûra vekolandinê bide.    Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên bi destê Tirkiyeyê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê tên bikaranîn didomin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bikaranîna çekên kîmyewî nirxandin û wiha bang li desthilatê kir: "Desthilat ger tu bi xwe bawer î, destûra vekolandinê bidome."    DAXWAZA JI BO LÊKOLÎNKIRINA MIJARÊ   Olûç bal kişand ser pêşniyaznameya ji bo vekolandina çekên kîmyewî ku berpêşî Meclîsê kirine û got ku divê ev mijar bê vekolandin. Olûç bang li saziyên navdewletî kir ku demildest tevbigerin û wiha got: "Her wiha ger hûn bi xwe bawer bikin û hûn dibêjin me bi tu awayî çekên kîmyewî bi kar neanîne, nexwe divê hûn bi vekolandinên bi vî rengî û rastiyên derketine holê aciz nebin. Em dîtinên we yên di vî warî de jî diparêzin. Ji lew re ger ev îdia ne rast bin, nexwe dê saziyên navdewletî bi vekolandinn xwe eşkere bikin ku ev ne rast in û dê ser meseleyê bê girtin. Lê desthilat xwe nade ber vê û naxwaze ev yek bê nîqaşkirin."    'BIKARANÎNA GAZA ÎSOTÊ QEDEXE YE'   Olûç bibîr xist ku di êrişên li ser Garê de jî hatiye gotin ku gaza îsotê hatiye bikaranîn û got ku gaza îsotê jî wekî çekên kîmyewî bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin.    OPCW Û CPT ÊN HEMAN REFÊ NE   Olûç saziyên navdewletî yên di warê bikaranîna çekên kîmyewî de xwe li bêdengiyê danîne jî rexne kirin û got ku Komîteya Pêşîgirtinê ya Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî wekî OPCW'yê di mijarên cuda de xwedî heman helwest e. Olûç wiha axivî: "Hin pîvanên saziyên kontrolker ên navneteweyî hene. Di çarçoveya van pîvanan de tevdigerin. CPT jî hat li Îmraliyê hevdîtin bi birêz Ocalan re kir. Lê li holê rapor tune ye. Ji lew re li gor prosedura CPT'yê jî, ancax gava hikûmetên muxatab destûrê bidin rapor tên belavkirin. Em bi salan e vê yekê rexne dikin. Ev jî tiştekî wekî vê ye. Dibêjin heya di asta dewletê de serlêdan neyê kirin 'em nikarin tiştekî bikin.' Ê me jî rexneya me ji bo vê ye."    MA / Esra Solîn Dal