Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin 2022-11-02 09:02:56   AMED – Nîmet Deyîş ku 30 sal in girtiye, nêzî 4 meh in cezayê lê hatiye birîn qediyaye. Lê ji ber ku Girtîgeha Mereşê ya Tîpa L'yê "poşmanîtiyê" lê ferz dike û ew jî qebûl nake, berdana wî 6 mehan jî hatiye ferzkirin.    Li girtîgehan rewşa girtîyên nexweş giran dibe. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû nexweşiyan jî berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Her wiha girtiyên ku înfaza xwe temam kirine jî ji aliyê desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan bi hincetên dijhqanûnî înfaza wan an tê şewitandin an jî berdana wan tê taloqkirin. Ji girtiyên înfaza wan hatine astengkirin yek jê jî Nîmet Deyîş e. Deyîş ku niha di Girtîgeha Mereşê ya Tîpa L a Hejmara 1'ê de ye, 30 sal in girtiye.    POŞMANÎTIYÊ LÊ FERZ DIKIN   Deyîş, înfaza xwe di 11'ê tîrmehê de temam kiriye, lê ji ber ku "poşmanîtiya" ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Mereşê lê ferz kiriye nehatiye berdan û berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin.    Deyîş, di sala 1992’yan de bi hinceta ku îfade li ser wî hebûye li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye binçavkirin. Deyîş 40 rojan di binçavan de maye û îşkence lê hatiye kirin. Pişt re jî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê (36 sal) lê biriye. Deyîş, dema ku hatiye girtin 6 zarokên wî hebûne ji zarokên wî ya herî biçûk 20 rojî û yê herî mezin jî 7 salî bûye. Niha 3 zarokên wî zewicî ne û neviyên wî hene.    Sultan Deyîş, hevjîna Nîmet Deyîş, bilêv kir ku hevjînê wê sirf ji ber ku kurd e hatiye girtin.    DERMANÊ WÎ NADINÊ   Deyîş bibîr xist ku hevjînê wê di vî 30 salî di gelek girtîgehan de maye. Deyîşê da zanîn ku gava hevjînê wê hatiye girtin tu nexweşînên wî tune bûne, lê piştî hatiye girtin gelek nexweşîn lê peyda bûne û wiha got: "Nexweşiay gurçikan, prostat, fitiq û faranjît pê re hene. Carinan ji ber nexwewşiya faranjîtê nikare biaxive. Dema li hesabê wan bê, wî dibin nexweşxaneyê wekî din na. Ev çend meh e dermanê wî nadinê.”   ‘DÊ ÇIMA POŞMAN BIBE?’   Deyîşê bibîr xist ku înfaza hevjînê wê di 11'ê Tîrmehê de temam bûye, lê ji ber ku "poşmanîtiya" lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye berdana wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Deyîşê bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Cezayê xwe di 11'ê Tirmehê de qedandiye. Ev zêdetirî 3 meh in cezayê wî qediyaye. Lê bi hinceta ku poşmanîtiyê qebûl nekirye, berdana wî 6 mehan taloq kirine. Ma dê ji ber çi poşman bibe? Eger poşman bûbûya, ma dê 30 salan di girtîgehê de bimana?"   Deyîşê destnîşan kir ku hevjînê wê sirf ji ber ku kurd e û doza zimanê xwe û çanda xwe dike girtiye. Deyîşê got: "Tu tiştekî ku jê poşman bibe nekiriye. Were ev qas sal di girtîgehê de bimîne û pişt re poşman bibe! Ev nayê qebûlkirin. Tu kes jî ji ber doza xwe poşman nabe. Girtîgehê ji hevserê min re gotiye tu ji vir dernakevî. Tu yê heya 10 salên din jî li vir bî.”   ‘KURDAN SERÎ NETEWANDINE Û DÊ NETEWÎNIN JÎ'   Deyîşê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku ger edalet hebûya dê ev girtî bihatana berdan. Deyîşê axaftina xwe wiha domand: “Dibêjin an hûn ê serê xwe li ber me bitewinînin an jî em we bernadin. Heya îro kurdan serî li ber we netewandiye û ji niha şûnde ji dê netewînin. Çi qas zilm û zordarî hebe jî kurd wê li ber xwe bidin. Bila êdî girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Em aştiyê û edeletê dixwazîn.”   Deyîşê di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku xwedî li girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bê derketin.    MA/Mehmet Guleş