Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin 2022-11-02 10:36:22   HATAY - K.Î. yê dema ku diçû kongreya HDP’ê di wesayîtê de stranên dihatin gotin li ser hesaba xwe ya medya dijîtal weke zindî parve kir. K.Î. yê ji ber parvekirina muzîkê 3 sal ceza lê hatiye birîn, hate girtin.    Derbarê K.Î. yê di 22’yê sibatê de diçû Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, di wesayîta ku tê de stranên kurdî dihatin gotin li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal weke zindî parve kir. Derbarê Î.K. de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriyê” lêpirsîn hate destpêkirin û îdianameya lêpirsîna hatiye destpêkirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Hatayê ve hate qebûlkirin.    JI SÎNORÊ JOR CEZA BIRÎ   K.Î. di çarçoveya doza hatiye vekirinê de bi fermanê di 15’ê adarê de çû 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Dortyolê û ev parastin kir: “Roja bûyerê em bi otobusê diçûn kongreya HDP’ê. Di nava otobusê de stranbêjê herêmî A.E. stran digot û ez jî li ser facebookê ketim weşana zindî. Tevî ku min naveroka stranê fêm dikir jî, min bala xwe neda naveroka wê. Min nedizanî ku naveroka stranê de propaganda heye. Min bi armanca pesindayînê parve nekir.” Dadgeriyê di danişîna 23’yê îlonê de derbarê K.Î. de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirinê” 2 sal ceza da. Dadgeriyê bi îdiaya ku stran “bi riya çapemenî û weşanê hatiye kirin” cezayê hatiye birîn derxist 3 salan.    BIRYARA BISEDEM   Di biryara dadgehê ya bisedem de hat îdiakirin ku di weşana li ser medyaya dijîtal de “stran û sirûdên nêzîkî rêxistinê hatine parvekirin.” Di biryara dadgehê de gotinên stranê wek hincet hatin nîşandan û hat îdiakirin ku K.Î. ne ji ber kêfxweşiyê ev parvekirin kiriye, li gel parvekirinê dîmen li ser profîla xwe qeyd kiriye ku her kes temaşe bike.    K.Î. piştî ku cezayê lê hatiye birîn hate erêkirin di 31’ê cotmehê de hate binçavkirin û bi biryara Dadgehê Ceza ya Sûlhê hate girtin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen