Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir 2022-11-02 11:20:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Mûrat Karayilan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ev bang kir: “Heke hûn pak bin, wê demê derfetan çêbikin ku şande li herêmê lêkolînan bikin. Heke hûn paqij bin, jixwe ew jî dê paqijiya we piştrast bikin.”   Fermandarê Biryargeha Navenda Parstina Gel (NPG) Mûrat Karayilan pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê ku li Zap, Metîna û Avaşînê bikar tîne, bersivand. Karayilan destnîşan kir ku daxuyaniyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî tu şaşî û mezinkirin nîn e. Karayilan, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ku digot “me xaza îsotê bikar anî” û wiha got: “Lê belê xaza îsotê jî madeyeke kîmyewî ye û li gorî hiqûqa şer di şeran de taybetî jî di cihên girtî de bikaranîna wê sûc e.”   BANGA JI BO ‘ŞANDEYA SERBIXWE’   Bi domdarî Karayilan bal kişand ser daxuyaniyên dewleta tirk ên derheqê çekên kîmyewî de û ev tişt anî ziman: “Piştî ku belgeyên herî şênber hatin nîşandan, di heman rojê de bêyî ku lêkolîn an jî rapirsînekê bikin, bi gotinên ‘Ev propagandaya PKK’ê ye, dezenformasyon e’ red kirin. Her wiha gotin; ‘artêşa me pak e û çekên wiha di envanterên me de nînin.’ Ji ber ku êdî hemû rastî derketin holê, ketin nava tirsê û bi psîkolojiya sûcdariyê demildest red kirin. Ez careke din banga xwe ya ji bo van dubare dikim; madem ku artêşa we pir pak e, ev îdia derew in û tiştekî wisa nîne, wê demê derfetan çêbikin ku şandeyên serbixwe bila bên herêmê, ewlehiya wan biparêzin, bila ev şandeya lêkolînê bikin û rastiyê derxînin holê. Heke hûn paqij bin, wê demê dê ev şande jî paqijiya we piştrast bikin.” s