Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin 2022-11-02 11:30:07   ŞIRNEX - Derbarê kesên li dijî aktîvîteya li navçeya Cizîrê di sponsoriya qeyûm de pêk hat, derketin de lêpirsîn hate destpêkirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, wiha got: “Em li pey gotinên xwe ne, em ê destûr nedin ku êrişî nirxên me bikin.”   Li navçeya Cizîra Şirnexê di 30’ê cotmehê de di sponsoriya qeyûm de organizasyona “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî” hate lidarxistin. Lidarxistina aktîvîteyê ya li Parka Mem û Zînê ya di salvegera tayînkirina qeyûman a Şaredariya Cizîrê de bû sedemê bertekan. Di heman demê de Ciziriyan aktîvîte weke ‘qirkirina çandî’ nirxand û bang kirin ku rê nedin polîtîkayên pişaftinê.   Hevşardarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê Zîlan Ecevît û Guler Tûnç a di qedexeyên derketina derve de hevjînê xwe Orhan Tûnç û tiyê xwe  Mehmet Tûnç winda kirin ji ber div ê mijarê de hesasiyeta gelê Cizîrê anîn ziman û ji çapemeniyê re axivîn derbarê wan de bi sûcdariya “Gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine” lêpirsîn hate destpêkirin.    Zirig, Ecevît û Tûnc ên di çarçoveya lêpirsîna derbarê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê daye destpêkirin de Miduriyeta Polîsan a Cizîrê gazî wan kir, ji wan pirsa çima têkildarî mîhrîcanê daxuyanî dane pirs kir.    ‘ÊRIŞEKE PSÎKOLOJÎK E’   Zirig, ê derbarê lêpirsînê de axivî, diyar kir ku naveroka mîhrîcanê, dîrok û cihê lê hate kirin li dijî gel heqaret e û wiha got: “Ev êrişeke psîkolojîk e. Ev mîhrîcan parçeyekî polîtîkayekî şerê taybet ê hikumeta AKP’ê û MHP’ê ye. Ji ber cihê ku ev mîhrîcan lê hatiye lidarxistin û dîroka wê gelek girîng e. 30’ê mehê salvegera tayînkirina qeyûman a Şaredariya Cizîrê ye. Roja ku hikumeta AKP’ê vîna gel tune hesiband ev mîhrîcan tê kirin. Dîsa cihê mîhrîcan lê hate kirin, cihê ku kavilên xaniyên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de ji aliyê tank û topan ve hatine xerakirin, lê hatiye veguhestin. Li vir cihê herî girîng jî ew e ku cenazeyên gelek mirovên di dema wan qedexeyan de jiyana xwe ji dest dane lê hatine veşartin.”   ‘NE MORAL E, ŞERÊ TAYBET E’   Zirig, bal kişand ser pereyê ji bo aktivîteya di bin navê “mîhrîcanê” de hatine xerckirin jî û wiha berdewam kir: “Ev mîhrîcan qeyûmê Cizîrê di bin sponsoriya şaredariyê de kir. Rewşa aboriyê ya Şaredariya Cizîrê gelek xerab e. Nikarin kevirên parkeyan jî deynin. Ji bo gel nikarin xizmetekê bikin lê bi milyonan lîreyan dikarin mîhrîcanê bikin. Ji ber van hemûyan em li dijî derketin. Ev mîhrîcan ne ji bo ku gelê Cizîrê pê moral bigire ye, weke perçeyekî polîtîkayên şerê taybet hate lidarxistin.”   ‘KESÊN MÎHRÎCAN LI DAR XISTIN BI KÎN IN’   Zirig, bi lêv kir ku di bangên têkildarî aktîveteyê de acizbûna ciziriyan a ji mîhrîcanê û ji bo mîhrîcan bê betalkirin hesasiyeta gel vegotine û wiha pê de çû: “Tiştên me gotin hesasiyetên gelê cizîrê ne. Ez di vê çarçoveyê de bi çapemeniyê re axivîm. Piştî vê yekê derbarê min de lêpirsîn dane destpêkirin. Armanca bingehîn a vê lêpirsînê ew e ku bilêvkirina acizbûna mirovan û derketina rastiyan a li holê asteng bikin e. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê bi sûcê ‘Gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine’ lêpirsîn daye destpêkirin. Lê esas kesên ku gel teşwîqî kîn û dijminatiyê dikin ev kesên ku mîhrîcan pêk anîne. Heke armanca wan ne kîn û nefreta li dijî Cizîr û gelê kurd bûya, ev mîhrîcan li wê derê di wê dîrokê de pêk nedianîn.”   ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’   Zirig, ê têkildarî aktîvîteyê gotinên xwe dubare kirin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li pişt gotinên xwe ne. Em li cem gelê xwe ne. Berpirsyartiya ku gelê me daye me em ê heta dawiyê bi cih bînin. Em ê hemû neheqiyên li vir pêk tên bînin ziman. Dema li dijî nirxên vî gelî êrişek pêk hat kî bibe bila bibe em ê li dijî wî bisekinin. Em ê destûr nedin ku êrişî nirxên gelê me bikin. Em ê her tim rastiyan ji gelê xwe re bêjin.”   MA / Omer Akin