Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im 2022-11-02 14:05:22   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî girtina nûçegihanên MA û JINNEWS’ê da û got: “Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im.”   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş têkildarî binçavkirina bi îşkenceyê ya nûçegihanên MA û JINNEWS’ê û girtina wan a ji ber nûçeyên çêkirine li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî.    Beştaş, diyar kir ku rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin û got: “Tu welatên cîhanê di serî de jî Tirkiye ji bo rojnamevanên digirin re nabêjin ‘Ji ber rojnamevantî dikir ez digirim’, hincetekê digirin. Em her tim dibêjin, îro ji nivî zêdetirî welat li gorî pîvanên desthilatê mûameleya terorîstiyê lê tê kirin. Em baş dizanin ku kesên hatine girtin rojnamevan in. Gotin îşkence li wan hatiye kirin, em li bendê bûn ku ji van re jî bersiv were dayîn.”   ‘EZ BI XWE ŞAHIDÊ ROJNAMEGERİYA WAN IN’   Beştaş, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila herkes bizane ku ev tenê hinceteke, li Tirkiyeyê rojnamevanî bi awayekî azad nayê kirin, bi taybetî jî rojnamevanên mûxalîf, bi bikaranîna darazê ya weke çek a desthilatê tên girtin. Ez bi xwe şahidim ku 11 rojnamevanan rojnamevantî kiriye. Parlamentereke ku gelek caran bi Berîvan Altan û Dîren Yurtsever re hevpeyvîn kiriye. Ez bawer im parlamenterên din jî bikaribûna bi awayekî azad axiftibûna wê ev roportaj wan bi xwe dabûna. Min tenê navê Berîvan û Dîrenê anî ziman lê ez ji vir dibêjim ku şahidê rojnamevanên din im jî.”