Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin 2022-11-02 14:16:45 ERZIROM - Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê paceyên hucreyan ên tava rojê lê dida hatin girtin. Hat zanîn ku paceyên girtiyan bi têla direhî hat girtin û girtî di tariyê de hatin hiştin.    Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê ya li navçeya navendî ya Yakutiyeyê, paceyên hucreyan ên tava rojê lê dida bi têlên direhî yên hesin hatin girtin. Girtiyên muebbeta giran ku rojê tenê saetekê derdikevin hewadariyê, hindik jî be ji tava li paceyên wan didan sûd digirtin. Ji ber ku paceyên hucreyên wan bi têlên direhî yên hesin hatin girtin, di tariyê de man. Girtiyan, li dijî vê sepana ku rêveberiya girtîgehê hewl dide li tevahiya girtîgehê têxe meriyetê îtîraz kirin lê ev îtîraza wan bêencam ma. Girtiyan rewşa heyî bi malbatên xwe re parve kirin û banga hestiyariyê kirin.    GIRTÎGEH LI CIHÊ KU TAVÊ NABÎNE HATIYE ÇÊKIRIN   Koordînatora Komeleya Di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST) Berîvan Korkut diyar kir ku Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê li cihekî ku tavê nabîne hatiye çêkirin û têkildarî çavdêriyên parêzeran ên di dema serdana li girtîgehê wiha got: “Ji bo Girtîgeha Dumluyê tîpek nehatiye destnîşankirin. Hevalên me yên parêzer ên çûyîn wê derê dibêjin ku 3 qatî ye û li gorî organîzasyona Tîpa Y’ê hatiye çêkirin. Di dema hevdîtinên me yên li wir de girtiyan da zanîn ku girtîgeh li cihekî tavê nabîne hatiye çêkirin. Derfeta me çênebû ku bi girtiyên li qada jêr re hevdîtinê bikin. Me tenê karî bi girtiyên li qata 2’yemîn û 3’yemîn re hevdîtinê bikin. Wan got ku girtîgeh li çepa tava rojê hatiye çêkirin.”   Her wiha nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatibû girtin, Ziya Ataman ku demekî nêz berê şandibûn Girtîgeha Dumluyê, di nameya xwe de wiha qala vê girtîgehê dike: “Hucreya wê pir teng e û bi zor û zehmet bêhnê digirim. Em bi tu awayî nikarin royê bibînin. Heta derfet nîne ku bimeşin jî. Rojê 22 saet û nîvên min li vî cihê ku mirov dixeniqîne derbas dibin. Rojê tenê dikarim saetek û nîvan biçim hewedariyê. Êdî dîtina royê jî bo me bûye mijara şensê.” s