Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn 2022-11-02 16:30:27   STENBOL - Ji ber nûçeyên ku çêkirine û parvekirine li rojnamevan Semîha Şahîn 3 sal û 11 meh, li Pinar Gayip 2 sal û 13 meh 15 roj cezayê hefsê hate birîn.    Danişîna biryarê ya doza Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip jî di nav de 4 kes bi sûcdariyên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Gayip û Şahîn beşdar nebûn de parêzer Kader Tonç, Sezîn Ûçar, Gulbîn Aydin û Hasan Yaman amade bûn.   Parêzerên ku parastin kirin daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. Dadgeha ku piştî parastinan biryara xwe aşkera kir, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li Ferhat Harûn Pehlîvan û Gulsen Îmre 2 sal 13 meh û 15 roj cezayê hefsê birî. Dadgehê ji bo sûcdariya “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê da Pinar Gayip û Semîha Şahîn, bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” jî 2 sal 13 meh 15 roj cezayê hefsê li Gayipê birî. Dadgehê ji ber hin îdiayan 10 meh û ji ber parvekirinên medyaya sanal jî 2 sal 13 meh 15 roj cezayê hefsê li Şahîn birî.