Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan 2022-11-02 16:54:39   ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a di Nobeta Edaletê de axivî, bertek nîşanî ferzkirina poşmantiyê ya li girtiyan tê kirin da û got: “Girtiyên ku cezayên wan bi dawî bûne, çima poşman bibin?”   Çalakiya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 132’yemîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kiriklarê hatin gelhev û pêşmalkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî’ dinivîsî li xwe kirin. Malbatan her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Karabaglar û Bayrakliyê jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    BERTEK NÎŞANÎ FERZKIRINA ‘POŞMANTIYÊ’ DA   Dayika Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîma Poyraz, xwest ku girtiyên înfazên wan hatine şewitandin demildest bên berdan. Poyraz, bertek nîşanî taloqkirina înfaza girtiyên 30 sal in di girtîgehê de ne da û wiha got: “Çima hûn poşmantiyê li girtiyên ew qas salan li girtîgehê hatin ragirtin û cezayên wan xelas bûne, ferz dikin? Çima poşman bibin? Ev qas salan li girtîgehê man e. Heta hetayê di girtîgehê de bimînin jî wê poşmantiyê qebûl nekin.”   Dayik Poyraz, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Di nava çar dîwaran de nexweş dibin, dibin penceşêr. Nêzî ku bimirin tên berdan. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.”   ‘EM POŞMANTIYÊ QEBÛL NAKIN’   Înayet Keklîk a HDP’î jî bertek nîşanî neberdana Ahmet Taş ê 30 sal in di girtîgehê de ye û 6 mehan înfaza wî hate şewitandin da û got: “Malbata wî ji Stenbolê hate Îzmîrê, dayika wî  nexweş bû, tevî ku nexweş jî xwest lawê xwe di derî de pêşwazî bike. Lê înfaza kurê wî 6 mehên din hate şewitandin. Em vê mûameleyê qebûl nakin.”