‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin' 2022-11-03 09:01:34   ÎZMÎR - Nûnerên HDK, HDP û BMG'ê diyar kirin ku armanca girtinan, sernixumandina sûcan e û gotin: "Em ê di 6'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom bibin."    Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe bi kar tîne, didomin. Dê di 6'ê Mijdarê de li du deverên cuda li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meş bên lidarxistin. Milekî meşê dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê û ya din jî dê li Taksîma Stenbolê bê lidarxistin.    Meşa li Stenbolê dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bi dirûşmeya "Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê" bê lidarxistin. Dê gelek kes ji Îzmîrê tevlî meşa li Stenbolê bibin. Nûnerên HDK, HDP û BMG'ê yên li Îzmîrê ji bo beşdarbûnê bang kirin.    HDK: EM Ê VÊ HOVÎTIYÊ QEBÛL NEKIN   Hevberdevkê HDK'ê yê Îzmîrê Sabrî Gul bi bîr xist ku şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan ne şerekî nû ye û got ku di komkujiyên Dêrsim, Zîlan û Agiriyê de jî çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Gul, diyar kir ku ji berê heta niha zîhniyeteke Tirkiyeyê ya ku hiqûqa şer paşguh dike heye û diyar kir ku bi hevkariya PDK'ê polîtîkayên qirkirina kurdan tên meşandin. Gul bal kişand ser dîmenên HPG'iyên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û got: "Ev ji hovîtiyê wêdetir e. Ev nayê qebûlkirin."   'LI SER SÛC HATIN ZEVTKIRIN'   Gul, anî ziman ku li şûna ku ji aliyê heyetên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin û eşkerekirin, rojnamevanên ku ev yek ragihandine raya giştî û Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin û bi lêv kir ku ev girtin bikaranîna çekên kîmyewî piştrast dikin. Gul, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi girtinan xwestin tiştên diqewimin ji raya giştî veşêrin û ji rojevê bêxin. Lê bi ser neketin. Li ser sûc hatin zevtkirin. Ger bibêjin me bi kar neaniye, nexwe divê gazî heyetên serbixwe bê kirin û vekolîn bên kirin. Em ê jî bi daxuyaniyên wan qaneh bibin."   HDP: EM Ê NEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ   Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan jî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û destnîşan kir ku bi eşkerebûna sûc re hewldanên nixumandina ser sûc jî rû dane. Altan, anî ziman ku di vê mijarê de desthilatdarî li ser sûc hatiye zevtkirin û wiha axivî: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi awayekî plankirî û zanebûnî hewl didin ku civakê bitepisînin. Ditirsin ku ev yek derkeve holê. Lewma Şebnem Korûr Fincanciyê û rojnamegerên ku rastî ragihandin girtin. Armanca van girtinan sernixumandina sûcan e."   Altan, axaftina xwe wiha domand: "Bi milyonan kesên ku wê nebin şirîkê vî sûcî hene. Hikûmet dixwaze hemû civakê bike şirîkê vî sûcî. Lê em ê li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê rabin.Werin nebin şirîkê vî sûcî. Werin em bi meşa 6'ê Mijdarê ya li Taksîmê dijberiya xwe nîşan bidin."   BMG: NE ÎDIA YE, RASTÎ YE   Endamê BMG'ê Hîdir Alî Kiliç jî destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên li dijî kurdan bi salan e dewam dikin û got, heya niha gelek rêbazên cuda hatine ceribandin, lê tu serkeftin bi dest neketiye. Kiliç, wiha got: “Vîdeo û wêneyên hatin belavkirin, nîşan didin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî ne îdia ye, bi delîlên xwe li holê ye."    Kiliç, bi lêv kir ku desthilat hewl dide gelê kurd û tirk bi rastiyê nehesin û got: “Dewleta tirk a faşîst û dagirker tenê li Kurdistanê şer nake. Li rojavayê welêt jî ji bo karker, kedkar û bindestan mirinê rewa dibîne. Li Bartinê, 41 karker ji ber teqîna gaza metanê jiyana xwe ji dest dan. Em bersiva kesên ku 8 sal berê digotin 'Kobanê ha ket ha ket' didin û bi ronahiya serkeftina 1'ê Mijdarê ya Kobanê em ber bi 6'ê Mijdarê ve dimeşin. Em bang li gelê kurd û tirk dikin ku xwedî li vê meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derkevin. Em ê di 6'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê li hev kom bibin."   MA / Delal Akyuz